Li Wînterthûrê Mihrîcana zarokan bi coş bi dawî bû

Li bajarê Wînterthûr ê Swîsreyê li qada Qûartîervereîn Gûtshîck mihîrcana zarokan hat lidarxistin. Di mihrîcanê de gelek pêşbirk hatin kirin û ji bo zarokên beşdarî kursa zimanê Kurdî bûne, sertfîka hatin dayîn.

Li bajarê Wînterthûr ê Swîsreyê li qada Qûartîervereîn Gûtshîck mihîrcana zarokan hat lidarxistin. Mihrîcana ku ji ber baranê dereng dest pê kir, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Axaftina vekirinê ya mihrîcanê ji aliyê zarokan ve hat kirin. Di mihrîcanê de dema malbat bi zarokan re ketin “pêşbirka kîsikê” eleqeyeke mezin dît.

Hemû xebatên standê ji aliyê zarokan ve hatin kirin. Herî zêde standa boyaxkirina rû eleqe dît. Malbatan ji bo kursên zimanê Kurdî ku bi pêşengiya Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê hat vekirin, zarokên xwe qeyd kirin. Qada lîstikê ku hat danîn, qet vala nedima.

‘EM Ê MIHRÎCANÊN BIHÊZTIR LI DAR BIXIN’

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Îsmaîl Kaya, li vir axivî. Kaya, spasiya her kesî bi taybet zarokên ku di lidarxistina mihrîcanê de ked dane, kir û got: “Em di salvegera Şêx Seîd û Şehîd Zîlan de ne. Em şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Îro salvegera Komkujiya Sêwaz-Madimakê ye. Em kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Ev mihrîcan bi keda wan hat lidarxistin. Em di vê baweriyê de ne ku salên pêş mihrîcanên bihêztir li dar bixin.”

‘EM Ê KURSÊN ZIMANÊ KURDÎ BELAVÎ SWÎSREYÊ BIKIN’

Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Cemal Ozçelîk jî spasiya zarokan kir û got: “Li vir gelek zarok hene ku beşdarî kursa ziman bûne. Em ê di demên pêş de wekî Wînterthûrê li hemû kantonên Swîsreyê kursan vekin.”

Her wiha ji bo zarokên ku di pêşbirkê de bûn yekemîn, pirtûkên Kurdî hatin dayîn. Ji bo zarokên ku li Navendên Civaka Demokratîk a Kurd a Wînterthûr, Schaffhaûsen û Zurîhê beşdarî kursên zîmanê Kurdî bûne, sertîfîka hatin dayîn.

Di mihrîcanê de li ser navê zarokên ku li Kurdistanê ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin, şitil hatin çandin.

Hunermend Elenora Gelawêj, Tûran Şengul û Serhedo derketin ser dikê. Zarok û malbata wan li ber stranan govend gerandin. Mihrîcan bi stranên Serhedo bi dawî bû.