Kevneşopî û çand li ber hûtên serdema nû li ber xwe dide

Çand û berhemên kevneşopî yên Kurdî tevî pêşketina teknîk û serdema nû hê jî heybetiya xwe diparêzin û bûne yek ji berhemên ku bala mirovan bikişîne ser xwe.

Di serdema teknîk û teknolojiyê de hema bêje gelek kes li ser wê yekê ne, rola berhemên çandî û kevneşopî yên hezaran salan ku sembola Kurdbûn û nîşaneyên netewî ne, li ber xwe nedane û balê nakişînin. Lê dema mirov dikeve nava bazarên Silêmaniyê mirov hê jî vê çandê û kevneşopiya Kurdî ku li ber hûtên serdema teknîk û teknolojiyê li ber xwe dide, dibîne.

Şiwan Mehmûd ku yek ji xelkê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ye, ji sala 2011’an û vir ve dest bi komkirin û berhevkirina berhemên çandî û hunerî yên Kurdî dîsa berhemên çandên welatên derve ku bala mirovan dikişîne, kiriye. 

DIKANEK WEKE MÛZEXANEYEKE ÇANDÎ YE

Dema li nava Kolana Mewlewî digeriya li dikana wî ber çavê min ket. Derê dikanê bi çanteyên nexşînî yên bi tayên rengîn û dest hatine çêkirin bala min kişand. Her wiha dîsa hundirê wê bi gelek berhemên cûr be cûr ji tesbîhên kevirî yên renga reng bigre heta, cerik, çente, xençer, kêr, çifteya ku jêre 11 tîrî ya Îngilîz tê gotin û dîsa gelek berhemên din ên ji çandên Kurdî û dîsa biyanî hebûn. 

KEVIRÊN ENERJIYA Û BEREKETÊ

Li nava dikanê yek ji berhemên din ên pir bala min kişand, kevirên renga reng ên ji cûreyên cuda hebûn. Dema min ji xwediyê dikanê Şiwan Mehmûd pirs kir, ev çi kevirin bersiv da û got: “Ji van re nayê gotina kevir, ev kevirên mîneralî ne. Berê li nava Kurdan jî bawer dikir ku kevir enerjiyên xirab dibe û dîsa hinek jî enerjî dide. Her wiha kevirên rist û dîsa enerjiyê hebûn. Ev kevir jî min ji Çîn, Tayland, Misir, welatên Ereb û dîsa hinek bajarên Emerîka ji enerjiya pozîtîk dide bawer dikin û li nava malên xwe cih dikin.”

Mehmûd diyar kir ku nêzî 50 cûreyên Kevirên Mîneral li nava dikana wî heye û herî zêde ev kevir bala ciwanan dikişîne û daxwaz dikin. 

Dema em ketin nava sohbetê min ji Mehmûd pirsî kengê dest bi vî karî kiriye, çi te kişand vî karî, wî jî ev got: “A rastî ev xeyalê min bû. Min berê dikana kirtasiye hebû. Piştre min ev berhem hêdî hêdî kom kir û ev dikan danî. Ji bo berhemên cûda jî çûn Çînê û dîsa gelek welatên din ku parçe parçe berhev kir û niha li nava vê dikanê daniye.”

Mehmûd anî ziman ku car ew bi xwe bi van keviran cûreyên tizbî û dîsa bazinan çêdikin. 

Mehmûd diyar kir ku herî zêde kevir bala ciwanan dikişîne û berê xwe didin dikanê û got: “Lê ji ber krîzên aborî ciwan nikarin van keviran bigirin. Dîsa kesên tên berheman digirin, zêdetir ji bo ciwaniyê û xemilandina malê digirin.”

TIJE BERHEMÊN RESEN IN

Her wiha li nava dukanê du cûreyên çifte hebûn û resen bûn, her wiha xencer jî hebûn. Li ser vê Şiwan Mehmûd anî ziman ku ew çifte resen in û bi navê 11 Tîrî Ingilîz tê gotin û got: “Ev çifte di Şoreşa Kurdî de bi taybet Pêşmergeyan jî bikar aniye. Her wiha ev cûre xençerên dibînînî jî resen in û temenê wê digihêje 90 salî ya erebî heye. Her wiha hinek cûreyên din ji Bakur, Rojhilatê Kurdistanê ne.”

TIZBIYÊN JI KEVIRÊN CÛR BE CÛR

Dîsa li nava dikanê ji ristikan bigire heta bazin û tizbiyan gelek cûreyên renga reng hene. Mehmûd diyar kir ku hema bêje 20-25 cûreyên tizbiyên ji kevirên cuda û rengên cuda hene. 

KEVNEŞOPÎ Û ÇAND LI BER HÛTÊN SERDEMÊ LI BER XWE DIDE

Dema mirov li dikanên wiha biçûk dinêre, dibîne bê ka kevneşopiya çand û hunerî ya civakan çiqasî li ber hûtên serdema teknîk û teknolojiyê li ber xwe dide. Tevî her tiştî jî bikirên xwe hene û bala civakê dikişîne xwe û dibe parçeyek ji jiyana xwe. 

Çiqasî teknîk û teknolojiya serdemê pêş ketibe jî wê nikare mirovan ji çand û kevneşopiya wê qût bike. Ev yek jî dihêle ku ew çand û kevneşopî xwe li ber serdemê bigire û biparêze.