Li Kerkûkê konferansa Kurd û Wêjeya Kurdî hate lidarxistin

Têkildarî Kurd û Wêjeya Kurdî konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de hat gotin, berê herêma Kerkûkê paytexta Wêjeya Kurdî bû.

Êvara Pêncşemê li pirtûkxaneya Karez a bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê konferansek hate lidarxistin.

Di konferansê de Dr. Zrar Sadiq Tofîq axivî û qala tevgera eşîrên Kurdan kir û got: “Ji sedsala 16’an û vir ve gelek eşîrên Kurd ji ber şerê navbera dewletên Osmanî û Sefewî ji cihên xwe yên resen koçî deverên din ên Kurdistanê kirin. Ji Rojhilatê Kurdistanê hatine Başûrê Kurdistanê, bi taybetî herêmên Kerkûk û Germiyanê, her wiha hatine deşta Nînowa û Mûsilê. Dr. Zrar Sadiq diyar kir ku zaravayê Goranî heta sedsala 19’emîn zimanê wêjeya Kurdî bû.”

Dr. Sadiq ragihand ku eşîrên koçer û dîaspora yên Kurd xwedî wêjeyeke devkî ya dewlemend bûn û got: “Herêma Kerkûkê paytexta wêjeya Kurdî bû, ji ber ku ji sedsala 18’emîn û vir ve gelek helbestvan li wir bi cih bûne. Her çend bi zaravayê Goranî neaxivîn jî bi zaravayê Goranî K. Rencûrî, Feqe Qaderî Hemewan û Mîrza Şafî û helbest nivîsandine.”

Zrar qala çavkaniyên gerok û rojhilatnasên Ewropî kir ku derbarê Kerkûk û Germiyanê hatine nivîsandin.