Pirtûka li ser Ellen Stêrk li Swîsreyê gihîşt ber destê xwîneran

Pirtûka "Verändern wollte ich eine Menge“ (Min xwest gelek tiştan biguherînim) ya li ser jiyana Ellen Stêrk a ku di sala 2016’an de ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, li Swîsreyê gihişt ber destê xwîneran.

Li Bernê bi çalakiyeke ji aliyê edîtorên kolektîfa femînîst “Gemeînsam kampfen!” Bîrthe Wîtthalf û Annett Bendesî ve, bi girtina ji pirtûka "Verändern wollte ich eine Menge“ behsa jiyan û têkoşîna Ellen Stêrk hat kirin.

Çalakî li qada Reîthhalle ya bajarê Bernê hat lidarxistin. Di çalakiyê de qala nameyên şexsî yên Ellen Stêrk, çavdêriyên wê, notên wê û hizrên hevreyên wê yên têkoşînê yên li ser wê ku ji pirtûka “Min xwest gelek tiştan biguherînim” hatine girtin, hat kirin.

Her wiha pirsên di der barê jiyana Ellenê de jî hatin bersivandin.

Pirtûka “Min xwest gelek tiştan biguherînim” wê danê êvarê li Baselê û sibehê jî li Zurîhê bi çalakiyan bigihîje ber destê xwîneran.

Jaedicke ya 40 salî, deh salan di nav Tevgera Jinên Kurd de cih girt. Piştî ku sala 2007’an tevlî Kooperatîfa Jinê ya Rêzane bibû, vegeriyabû warê xwe Elmanyayê û li vir bi hevrêyên xwe re ‘Komîteya Kurdistanê ya Berlînê” ava kirin.

 Jaedicke ku ji bo avakirina kampa enternasyonalîst a ku di çarçoveya Forûma Civakî ya Mezopotamyayê ya ku di sala sala 2009’an de li Amedê pêk hat, xwedî kedeke zêde bû, di xebatên pirtûka ‘Berxwedan û Utopyayên heyî’ de ku bi zimanê Elmanî şoreşa jinê ya li Kurdistanê û modela konfederalîzma demokratîk ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşniyazkirin dike mijar, cih girt.

Jaedicke piştî van xebatan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku sal û nîvekê ma, navê Stêrk li xwe kir. Piştî ku vegeriya Elmanyayê li Navenda Hevdîtina Jinan ÛTAMARA û CENÎ-Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd xebitî. Jaedicke herî dawî di xebatên Meclisa Jinê ya Rojbîn a li Hambûrgê de cih digirt.