‘Sîstema qeyûm dixwaze çanda Kurdan tune bike’

Rêxistinên çanda Kurd TEV-ÇAND a Bakur û Kevana Zêrîn diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi sîstema qeyûmê çanda Kurdan bi destê Kurdan bide tunekirin.

TEV-ÇAND a Bakur û Kevana Zêrînê daxuyaniyek hevpar dan û bal kişandin ser festîvalên Berxbir ku polîtîkayeke qirkirina çandê ye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Ji Lozanê û vir ve sed sal in li Kurdistanê bi rêbazên cuda gelê Kurd, Ermenî, Çerkez û Laz di bin êrîşên fîzîkî û qirkirina çandî de ne. Tevî hemû êrîşan gel teslîm nabin û ji bo parastina azadî û cewhera xwe di her firsendê de xwe rêxistin kirine û serî hildane. Ev çanda berxwedanê heta roja me ya îro dewam dike û wê bidome.

Çanda madî û manewî ya vê erdnîgariya qedîm, berxwedan e; ji ber ku di haveynê wê de jiyan demokratîk, komunal û kolektîf heye. Yek ji rêyên berxwedana li dijî zilmkar û zilmê, huner e. Mixabin kesên ku xiyanet li çanda xwe kirine, bûyîne amûra polîtîkayên bişaftinê û bûne hevkarê qirkirina çanda gelekî.

Bi salan festîvalên berxbir li gorî cewher û çanda gelan hatiye pîrozkirin. Lê sîstema qeyûm piştî ku îradeya gel xesp kir, ev festîval berovajî kirin û armanc kir ku bi destê Kurdan çanda Kurdan tune bike.

Em dizanin gelê me têkoşer, wê li dijî van polîtîkayên sivik ên sîstemê xwedî li çanda xwe ya azad derkeve. Wê jinên azad û çanda azad saltanatên xwediyên qirkirina çandî û qirkirina jinê, têk bibin. Divê mirov ji vê yekê guman neke.

Herî dawî em dixwazin bi gîrîngî destnîşan bikin ku gelê me wê li dijî van polîtîkayên qirkirina çandî bersiva pêwîst bide. Di heman demê de em bang li hunermendên ku bûne amûra van polîtîkayan, dikin ku tevlî van festîvalên organîzekirî nebin û van lîstokên qirêj pûç bikin.”