Fîlmê 'Nameyên ji Şengalê' wê bê nîşandan -HATE NÛKIRIN

Fîlmê 'Nameyên ji Şengalê' ku qala êrîşên qirkirinê yên li ser Şengalê dike, wê li bajarê Celle yê Elmanyayê bê nîşandan.

Fîlm wê di salvegera 9'emîn a êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Şengalê de bê nîşandan.

Fîlmê 'Nameyên ji Şengalê' wê ji aliyê Saziya Kezî ya li Rojava bi hevkariya Art Record a li Elmanyayê û Mala Êzidiyan a li Ewropayê bê nîşandan. Fîlm wê destpêkê di 3'ê Tebaxê salvegera êrîşên qirkirinê yên li ser Şengalê de li bajarê Celle yê Elmanyayê wê bê nîşandan. Piştî wê jî wê film li tevahî Ewropayê bê nîşandan.

Fîlmê ‘Nameyên ji Şengalê’ ji aliyê Produksiyona Nûjiyan ve hate çêkirin û derhêneriya wê ji aliye Dersîm Zêrevan ve hate kirin.

Amadekariya wê di sala 2018’an ve hate destpêkirin. Fîlm him fikir, him drama him jî dokûmanter e. Her wiha êş û azarên ku li Şengalê rû dan, şervanên azadiyê û dayikên bi hêviya serketinê di fîlm de tê nîşandan. Fîlm ji 6 beşan pêk tê û di her beşê de nameyek tê nîşandan.