Li Berlînê pêşengeha ‘Serdan’ hat vekirin

Li Berlînê pêşengeha ‘Serdan’ ê Casper Ermertê hat vekirin. Dahata pêşengê wê ji Heyva Sor a Kurdistanê re were bexşandin.

Li paytexta Elmanya Berlînê pêşengeha ‘Serdan’ ê Casper Ermertê hat vekirin ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû.

Di vekirina pêşengeha ku li navnîşana Franz-Mehrîng-Platz 1 hat vekirin de li ser navê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Solîn Janya axivî. Janya got: “Rojava tevî hemû gefan, bi avakirina jiyana alternatîf hêvî da. Rêveberiya Xweser a Rojava bi demokrakbûna xwe hêviyê dide gelan, jinên Kurd jî ev hêviyê zindî kirin. Em jinên Kurd li her qadê şer bi dawî bikin.”

Janya têkîldarî pêşenghê got: “Em li vir dibînin ku ji şer û aştiyê wêdetir jiyana hevpar a civakî pêkan e.”

Malbata şoreşgerê Elman Konstantîn Gedîg (Andok Cotkar) ê 16’ê Cotmeha 2019’an di dema Berxwedana Serêkaniyê de şehîd bû, beşdarî pêşengehê bû û axaftinek kir.

Pêşengeha ku li navnîşana Franz-Mehrîng-Platz 1 hat vekirin, wê heta 18’ê Tirmeha 2023’an berdewam bike. Pêşengeh rojên Duşem û Înê di navbera saet 9:30-14:00’an de, rojên Sêşem, Çarşem û Pênçşemê di navbera saet 9:30-16:00’an de vekirî be.

Dahata pêşengehê ji Hevya Sor a Kurdistanê re were bexşandin.

ERMERT: ROJAVA DIKARE BIBE MODÊL

Casper Ermert ku modelên jiyana alternatîf li cihê wê lêdikole û dişopîne, berê xwe dide Rojava ku li dijî zîhniyeta hov a DAÎŞ’ê têdikoşe. Hewl dide modêla jiyana demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, awayê jiyana gelan, şert û mercên jiyanê bi çavdêrî kirinê, fêm bike. Erment ku wêneyê tiştên dibîne dikêşîne dibêje, “Rojava weke jiyaneke alternatîf dikare ji gelên cîhanê re bibe modêl.”