Viyana cara çaran bû bajarê herî baş ê cîhanê

Li gor lêkolînekê, pênc sal in ku cara çaran e Viyana dibe bajarê herî baş ê cîhanê.

Li gor lêkolîna The Economistê ku kovareke Îngilîz a heftane ye, lîsta bajarên herî baş hat derxistin

Viyana ya paytexta Awûstûryayê, di nava pênc salan de cara çaran bû bajarê herî baş ê cîhanê.

Nivîskarên lêkolîn û analîzê yên The Economîstê îdia kir ku Fransa ji ber xwepêşandanên li dijî reformê bajarên Fransayê di lîsteya bajarên herî de paş bi paş ve çûne.

Rêza Parîsê sala 2022’yan 19 bû, îsal bû 24’emîn, Lyon jî ji rêza 25’emîn ket, bû 30’emîn.

Endeks, li gor îstiqrar, pergala tenduristiyê, jîngeh û çand, perwerdehî û binesaziyê tê kirin.

Viyana, hema bibêje di van hemû waran de, kombînasyoneke îdeal pêşkêş kir, bi tenê ji ber nebûnê çalakiyên mezin ên werzişê hatiye “cezakirin”. Piştî Viyanayê Kopenhag hat.

Her wiha li gor xwepêşandanên li hin bajaran hatine kirin, di serî de Ewropa, li gelek bajaran ji aliyê îstiqrarê ve reytîng ketiye.

Li Asya û Okyanûsyayê bajarên di nava salekê herî pir bi pêş ve çûne ev in: Wellîngton (Zellandaya Nû) 35’emîn, Hanoî (Vîetnam) 20’emîn, Kûala Lûmpûr (Malezya) 19’emîn.

Şam, ji sala 2015’an ve bajarê herî nexweş e ku mirov lê dijîn.