5 pirtûk hatin qedexekirin

Polîsan li Amedê dest danîn ser 5 pirtûkan, di pey re biryara berhevkirina pirtûkan hat derxistin.

Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya navend Amed de, polîsan dest danîn ser pirtûkên bi navê ‘’Kizgin Îklîm’’, ‘’Besê Anûş’’, Sendîkalîzmîn Eleştîrîsî Ve Demokratîk Emek Ve Konfederalîzm’’, ‘’Şahmeran Kentînde Kayip Bîr Yolcû’’ û ‘’Guneş Bakişli Çocûklar’’ ku Weşanxaneya Amedê weşandine. Hat zanîn ku bêyî ku biryara qedexekirinê û destdanînê li ser hebe dest danîne ser.

Dozgerê lêpirsînê bi rê ve dibe, ji bo pirtûkên dest danîne ser serî li Dadgeriya Silh û Ceza ya 2’yemîn a Amedê da û xwest ku biryara berhevkirina wan bê derxistin. Dadgerî bêyî ku biryara berhevkirinê hebe, di der heqê pirtûkên dest danîne ser de, li ser biryara dozger biryara berhevkirinê derxist. Nimûneyeke biryara 12’ê Tîrmehê hatiye derxistin ji Weşanxaneya Amedê re hat ragihandin. ‘’Propagandaya rêxistinê, texrîqkirina gel ber bi kîn û dijminahiyê ve, dayîna pesnê sûcdar’’ wek hinceta biryara berhevkirinê hatiye nîşandan.