Xwedawenda Çiyayê Sosinan derket

Xwedawenda Çiyayê Sosinan, Zîlan (Zilan Sosin Dağı’nın Tanrıçası) ku Şîlan Mûnzûr nivîsiye û ji rojnameya Newaya Jin ji bo çapê amade kiriye, ji Weşanên Meymanê derket. Pirtûk, romaneke dîrokî ye.

Nivîskar, tiştên qewimîne, bi zimanekê wêjeyî gihandiye ber destên mirov û tevkariyeke giring li çêbûna bîra me ya dîrokî kiriye raza nemiran, bi ber guhên mirov dixe.

Şîlan Mûnzûr, bi çîrokên ku behs kiriye, bi helbestîbûna zimanê xwe, di her rista xwe de raza nemiran bi ber guhên mirov dixe û mirov dibe dema qirkerî û berxwedanê. Nivîskar, pir serkeftî ye, wisa xweş behs kiriye ku di navbeyna ewil û axirê zeman de diçe û tê. Di navbeyna çîrokan de ku li hev nakevin, bi hostahî dibuhure. Du çîrokên gotine, dema wan ji hev û din cuda be jî, çîroka ku mirov dixwîne yek e…

Yek jê çîroka Beyeyê ye ku bi Terteleya Dersimê ya sala 1938’an ji koka xwe hatiye kirin, sirgûnê gundên Anatoliyayê ku mirov bi rêya wan nizane û rêça wan nabîne, hatiye kirin. Bi çavên Beyeyê, mirov çiya, av, buhust bi buhust ax, kevir, dar û ziyaretên Dersimê dibîne, destên xwe bi wan dike, pê li rêça wan dike û bi rê ve diçe. Gava xwendinê, mirov para xwe ji pîroziya wê erdnîgariyê digire. Mirov, gava dest bi qirkirinê bûye, demên dojehî ku bi sirgûnê dest pê bûye, dixwîne.

ÇÛYÎNA BER BI KOKA XWE VE

Ji aliyekî ve jî mirov çîroka Zîlan (Zeynep Kinaci) ê dibîne ku ji Meletiyê bi rê dikeve û ber bi koka xwe anku ber bi Dersimê ve diçe. Mirov, vegera Zeynepê li çiyayê Dersimê û rêbazên wê yên têkoşînê yên li dijî zehmetiyan dixwîne. Zeynepa hemû hemû gavên jiyana xwe bi têkoşîn û gera li wateyê derbas kiriye.

Zîlan (Zeynep Kinaci), bi awayekî destê xwe bi dil û mêjiyê her jina ku li azadiya xwe geriyaye, kiriye. Lê zanîna me ya di der heqê wê de kêm e. Nivîskar, bi rêya vê pirtûkê, kiriye ku mirov nakokî, pevçûn û gera li çareseriyê ya têkoşeran bibîne. Pirtûkek e serkeftî ye ku mirov bixwîne wê bandorê li dilê mirov bike, mirov wê tê de li dîrokê rast were.

Çîroka jiyaneke bi zorî û zehmetî ye ku bi bêriya vegera li welatê xwe û xwe girtina li jiyanê derbas dibe; piştî ku mirov ji koka xwe tê kirin. Ya din jî, çîroka xwedawendekê ye ku xwe gihandina kokên ji ber dane windakirin, ji xwe re kiriye armanca jiyanê û ji bo jiyaneke watedar her zehmetiyê dide ber çavên xwe. Çîrokên van du jinan ku li warê xwedawendan dest pê dibin, yek jê veqetîn, ya din behsa hatina ba hev dike, dibin çîrokek

Tiştê di pirtûkê de behsa wê tê kirin, ji çîroka du jinan gelek biwêdetir e. Çîrok, bi carekê dibe ya me xwîneran. Mirov hew dibîne ku mirov daye ser şopa xwedawendan û dikeve hewila girtina perçeyekî ji pîroziya wan. Ji van yek jê jî Nagihan Akarsel e.

Nirxandinên Nagihan Akarselê yên li ser pirtûkê ku ji çalakiya Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bandor bûye û ji lew ma di jiyana xwe ya têkoşînê de navê Zîlanê li xwe kiriye, dibin tercûman ji hestên her xwînerekî/ê re.

WEK XWE…

Nagihan Akarselê, hizir û dîtinên xwe yên li ser pirtûkê bi van ristan gotine: “Di her rista pirtûkê de, min heman pirs ji xwe kir; Ku ez bûma, min ê çawa binivîsiya.” Çima li min wiha bû, nizanim. Ez dibêjim qey hem ji ber hestpêkirina giraniya bar e… Hem jî dibe ku ji ber xeyala min a nivîsîna li ser heval Zîlanê be… Çi qas zor e, karê ku te kiriye, çi karekê serkeftî ye… Bi rastî… Encax ew qas xwerû û watedar bibe. Diyar e ku te dil, mêjî, behremendî û hemû hicreyên canê xwe kirine seferber… Te ew qas xweş behsa Dersim, êş, hêvî, av, dar û guliyan û Beyeyê kiriye ku… Bersiva herî watedar ji bo vê êşê çawa tê dayîn, behsa Zîlanê bi hemû xwerûtî, evîn û hêrs û azweriya ji bo azadiyê kiriye…

ŞIKEFTA TOZ Û HESTIYAN

Ji anekdota li ser bergê pişt ê pirtûkê, hin şane ji naveroka pirtûkê bi dest dikevin:  “Zîlan, bi fikira ‘li cihekê ku mirov nekare miriyan veşêre, nabe ku mirov wek tu tişt nebûbe ji xwe re bijî’ veciniqî. Li cihê mirov nekare miriyan vebişêre, xwîn dirije; ne zindî ne mirî, hizûr bi destê kesî nakeve, kes nikare bi rehetî raze.”

Zîlanê got: “Ji bo mirov bê veşartin jî divê azad be, şer bike.”

Zîlanê, gav avêt hundirê şikeftekê ku bi êşa her dol, kendal, gund, daristan û mirovên ku Çiyayên Sosinan dîtine ve, hatiye pêçan. Ax warê kulîlkên bejî Çiyayê Sosinan, çawa ew qas êş li ser dilê xwe berhev kirine.

Di şikefta toz û hestiyan de, dem dihat serê serî. Ku çû ber bi kûrahiyên şikeftê ve, pêyên wê ketin nava toza rengê hestiyan. Ne ax bû, ne kevir. Çi cihê pê lê bikira, dibû çal. Xwe bi tozê de xwar kir. Destê xwe da ser, ji şûna pêçiyan kûr pê de çû. Mîna ku mist bide destê xwe li erd û seranserê dîwarê şikeftê gerand. Destek li porê wê geriya, kendal hatin ber çavên wê.

Mirov dikare pirtûkê ji Weşanxaneya Meymanê peyde bike:

pirtukxane.net

Twitter: @Wesanen_Meyman

Tel: 0031 62 65 39 382.