Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li herêma Rojavayê Zapê di çalakiya YJA Starê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker de dagirkerek hate cezakirin.
Siyasetmedarê Kurd Doktor Mehmet Emîn Pencewînîyî diyar kir ku wê êrîşa PDK'ê ya li gel dewleta Tirk a li dijî gerîlayan ji bo gelê Kurd bibe felaketeke mezin. Her wiha Pencewînîyî got ku di rewşeke wiha de wê derbeya ewil li dijî Başûr be.
Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû bal kişand ser amadekariya şer a desthilatdariya AKP-MHP'ê û got, "Ya ku asta rasteqîn a şer ragihîne jî çapemeniya azad e. Lewma hewl dide bêdeng bike."
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser gefên li ser partiya wan û got, "Hûn çi bikin jî hûn ê mîna her pêkhateyên li dijî vîna gelan disekinin hilweşin. Em ê weke li Wanê rê nedin we.”
Kedkarên çapemeniyê yên Kurdistanî ji bo protestokirina êrîşa polîsên Belçîkayê ya li dijî saziyên çapemeniya azad Stêrk TV û Medya Haber TV’ê ya di şeva 23’yê Nîsanê de banga beşdarbûna çalakiya li pêşiya Qesra Edaletê ya li Brukselê kirin.
CPT di rapora xwe ya salane de cih neda Îmraliyê, Sekreterê Rêveber ê CPT Hûgh Chetwynd, ji rewşa Îmraliyê rayedarên Tirk berpirsyar dît û got: “Yê ku biryarê bide bê rapor kengî bê weşandin, rayedarên Tirk in.”
Navenda Ragihandin Û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BÎM), nasnameyên gerîlayên bi navê Ararat Herekol û Zîn Zagros ên di 1'ê Nîsanê de li herêma Garê şehîd bûbûn eşkere kir û ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.