CDK-F û TJK-F'ê ji bo tevlîbûna li çalakiyê bang kirin

CDK-F û TJK-F'ê zexta li Fransayê ya li ser aktîvîst û welatparêzên Kurd şermezar kirin û biryara çalakiyan da. Di vê çarçoveyê de bang li her kesî kirin ku 27'ê Nîsanê li qada La Repûblîqûe ya li Parîsê bin.

ÇALAKIYÊN LI EWROPAYÊ

Li Fransayê ku dema dawî ji radestkirina aktîvîst û welatparêzên Kurd ji bo Tirkiyeyê heta bi serdegirtin û binçavkirina li hemberî Navendên Civaka Demokratîk a Kurd binpêkirinên mafên mirovan diqewimin, rêxistinên sîwanî yên Kurdan ên li Fransayê CDK-F û TJK-F ji bo çalakiyan bang li Kurdan kirin.

Di daxuyaniya saziyan de hate ragihandin ku li pişt binçavkirin û serdegirtinan, her wiha li pişt serdegirtina li studyoyên Medya Haber TV û Stêrk TV Fransa heye û hate destnîşankirin ku ev rewş bazariya bi dewleta Tirk re ye ku dixwaze şer derbasî Ewropayê bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, televîzyonên ku wê şerekî bi vî rengî teşhîr bikin, hewl tê dayin ku bêne bêdengkirin û bang li Kurdan hate kirin ku 27'ê Nîsanê li qada La Repûblîqûe ya li paytexta Fransa Parîsê li hev kom bibin.