Amedspor derdikeve maça şampiyoniyê

Amedspor a ku diLîga 2’yemîn a Koma Sor a TFF’ê de lîdertiya xwe didomîne, ger îro li stada Amedê li hemberî Îdirsporê bi ser bikeve wê şampiyoniya xwe ragihîne.

AMEDSPOR

Amedspor a ku di Lîga 2’yemîn a Koma Sor a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de lîder e 3 hefte beriya bidawîbûna lîgê wê şampiyoniya xwe ragihîne.

Ger Amedspor di saet 15.00’an de li stadyuma bajarê Amedê di maça li dijî Îdirsporê de bi ser bikeve, wê şampiyoniya xwe ya lîgê ragihîne.

Amedspor di Lîga 2’yemîn a Koma Sor de  ji 33 maçên heta niha 23 jê bi ser ket û 8 wekhev ma. Amedspora ku xwediyê 77 pûanan e, roja Yekşema borî li Kastamonuyê rikbera xwe ya herî nêzîk Kastamonusporê 1-0 têk bir û ferqa navbera wan derket 6 puanan. Ger Amedspor di maça Amedê de ji tîma 3’yemîn a lîgê Îdirsporê têk bibe wê bibe şampiyon.

TÊ PAYÎN KU WÊ ZÊDETIRÎ MILYONEK KES BÊN AMEDÊ

Li gorî daxuyaniya rêveberiya Amedsporê, hemû bilêt di demeke kin de hatin firotin; tê payîn ku ji bajarên derdorê zêdetirî 1 milyon kes ji bo temaşekirina maçê wê bên Amedê û piştre beşdarî pîrozbahiyê bibin..

LI  QADA KENT Û PARQA ORMANÊ WÊ TELEVIZYONÊN MEZIN BÊN DANÎN

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, wê li du nuqteyên cuda yên bajêr televizyonên mezin bê danîn. Welatî dê li ser ekranên mezin ên ku li Meydana Kent û Parka Orman bên sazkirin bi awayekî zindî maçê temaşe bikin.