BI DÎMEN

Cenazeyê şervana YPJ'ê Narvîn Hogir bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Cenazeyê şervana YPJ'ê Narvîn Hogir ku li Kantona Firatê ji ber qezayeke trafîkê şehîd bû, li Qamişloyê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Şervana YPJ’ê Narvîn Hogir (Dîlan Derwêş) ku 22’yê Nîsanê li ser rêya navçeya Sirin a Kantona Firatê di encama qezaya seyareyê de şehîd bibû.

Narvîn Hogir a ji bajarê Qamişlo, îro li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan a li Qamişlo bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin.

Di merasîma ku bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir de Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Gulo axivî û sersaxî ji hemû malbatan xwest.

Endamê Kongra Îslama Demokratîn Casim El-Salih jî sersaxî ji malbata şehîd xwest û bal kişand ser wateya şehadetê ya di ola Îslamê de.

Li ser navê hêzên leşkerî jî Mihemed Nezîr Sofî axivî û da zanîn ku ew ê li hemberî hemû êrîş, nokarî û xayintiyê têkoşîna xwe bidomînin, tu kes jî wê nikaribe îradeya gel bişikîne.

Bavê Şehîd Narvîn Hogir Mihemed Sîrac destnîşan kir ku ew bi zaroka xwe serbilind in û dê rêya wan bişopînin.

Piştî axaftinan wesîqeye şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê Şehîd Narvîn Hogir bi dirûşme û tîlîliyên dayikan spartin axê.

Ji bo şehîd Narvîn Hogir wê saet di 17.00’an de li taxa Hilko konê sersaxiyê bê vedan.