TJA: 1’ê Gulanê em ê li qadan bin

TJA’yê ragihand ku 1’ê Gulanê wê li dijî tecrîd, mêtingeriya kedê, şer û dijminahiya li hemberî jinê, li qadan bin.

DAXUYANIYA TJA’YÊ

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevî zext û êrişan jî dê daxwaza azadiyê mezintir bikin. TJA’yê da zanîn ku dê li qadên 1’ê Gulanê israra xwe ya ji bo ked, beden, nasname û azadiya xwe dubare bikin.

TJA’yê diyar kir ku AKP/MHP îktîdareke faşîst, zayendperest, neteweperest û dijminê kedê ye û da zanîn ku dê li dijî vê yekê dakevin qadên 1’ê Gulanê. Bi domdarî TJA’yê bal kişand ser kedxwariya li dijî keda jinê û da zanîn ku ji bo bidawîkirina vê rewşê dê li qadên 1’ê Gulanê bin. Di berdewamê de TJA’yê anî ziman ku modernîteya kapîtalîst keda jinê jinedîtî ve tê, bêkariya jinan zêde dibe û ew jî dê li dijî xwarina kedê jinê, li dijî zayendperestî û şer û ji bo heqdestê wekhev û jiyaneke baştir dê li qadan bin.  

Bi domdarî TJA’yê got ku polîtîkayên şer li Kurdistanê sewalkarî tune kir, bendavên li cihên çandiniyê hatin çêkirin çandinî bisînor kir û rê li ber zêdebûna êrişên nijadperest vekir û da zanîn ku ew ê ji bo bidawîkirina kedxwariyê, ji bo avakirina şert û mercên aboriyeke ekolojîk û ji bo aştiyê li qadên 1’ê Gulanê bin.

TJA’yê destnîşan kir ku di serî de pirsgirêka kurd, hemû pirsgirêkên civakî tenê dikare bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bên çareserkirin û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ‘israra di sosyalîzmê de israra di mirovbûnê de ye.’ Em vê şîarê careke din bilind dikin û bi baweriya ku dê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinê, dê têkoşîna xwe mezintir bikin. Li ser vî esasî em azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke navenda têkoşîna xwe dibînin. Ji bo mezinkirina têkoşîna azadiyê ya li dijî tecrîdê em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin.”

TJA’yê got ku Tirkiye yek ji dewletên herî zêde girtiyên siyasî lê hene ye û got ku heta tevahiya girtiyên siyasî yên azad dibin dê têkoşîna xwe bidomînin. TJA’yê bang li hemû jinan kir ku di 1’ê Gulanê de li dijî xizanî, newekhevî, şer û rûxandinê, ji bo mezinkirina têkoşîna azadiyê, ji bo mezinkirina berxwedan û piştevaniya kedê dakevin qadan.

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.