Li Şakranê cezayê hucreyê li girtiyên jin hate birîn

Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ne derketin hevdîtinê, lewma ji bo 11 rojan cezayê hucreyê li wan hate birîn.

CEZAYÊ HUCREYÊ

Derbarê girtiyên jin ên di Girtîgeha Jinan a Şakranê tên ragirtin de ku li dijî tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dadgehan boykot dikin û dernakevin hevdîtinên telefon û malbatan, lêpirsîn hate destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de cezayê hucreyê dan girtiyan.

Tevî Hevseroka rêxistina Partiya Demokraîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Berna Çelîkê, derbarê Ayşe Kayra, Esma Başkale, Rahşan Aydin, Mesîh Demîralp, Azîme Işik, Mehtap Kiyar, Hediya Ozturk, Fîgen Şahîn û Esmer Ayasê de 11 roj cezayên hucreyê hatin dayîn.

Girtî îtiraz li cezayê hatiye dayîn kirin.