DEM Partî bersiv da gefan: Weke li Wanê em ê rê nedin wan

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser gefên li ser partiya wan û got, "Hûn çi bikin jî hûn ê mîna her pêkhateyên li dijî vîna gelan disekinin hilweşin. Em ê weke li Wanê rê nedin we.”

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê de der barê rojevê de nirxandin kir.

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser danişîna biryarê ya qezaya trênê ya Çorluyê û kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.

Gulistan Kiliç Koçyîgît got, “Berpirsyarên esasî yên qezayê nehatin darizandin, Wezîrê Gihandinê îstifa nekir. Dibe ku ji sibê re bimîne, lê ev kiryarên dijhiqûqî ji AKP’ê re namînin."

GEFA LI SER DEM PARTIYÊ

Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî wiha got:

"Gelo Wezîrê Edaletê li dijî hemû bêhiqûqî, tehrîfkirin û gendeliya li darazê tiştekî dike? Na, tiştekî nake. Xuya ye ku bûye Goebbels ê nû yê AKP'ê. Li welat edalet û daraza  di bin lingan de ye, naxwe û venaxwe li ser DEM Partiyê diaxive û li pey reşkirinê ye. Gotinên ku bi darazê DEM Partiyê tengav bike bi kar tîne. Ez dixwazim ji vir bang li Wezîrê edaletê bikim: Ma karekî we yê din tune ye? Goebbels bûyîn ji bo Wezîrê Edaletê jî têr nake, niha di rêya Suleman Soylû de ye.
Wezîrê Edaletê Yimaz Tûnç û mubaşîrê wî MHP bûne dadgerê ku HDP bigirin. Ev doza girtinê têra wan nake, fermanê didin darazê û beralî dikin.”

Wezîrê Edaletê der barê biryarên DMME’yê yên ku ji ber girtina partiyan Tirkiye mehkûm kiriye gotinekê jî nabêje.

HILWEŞÎNA ABORIYÊ

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek di hevpeyvîna xwe de li ser deynên Tirkiyeyê dibêje; ‘tiştekî ku em mezin bikin tune ye’. Em nizanin çi bêjin. Bi rastî jî rewşek mînak û ecêb e. Em ji vê xemsariyê, vê gotina ku henekê xwe bi mejiyê bi milyonan karker, kedkar, feqîr, teqawît û jinên Tirkiyeyê dike re ma çi bibêjin? Birêz Mehmet Şîmşek weke wezîrekî diyar dike ku wî polîtîkayên aqilane tetbîq kiriye, lê ew dibêje ku barê deynê Tirkiyeyê yê ku pir zêde dibe "tiştekî mezinkirinê nîne". Ez dixwazim ji vir çend daneyan bidim û jê bipirsim. Ma ev wêne tev ne wêneyek zêde ye? Li vî welatî her zarokek bi qasî 2 milyon TL deyndar tê dinyayê. Deynên qertên krediyê yên takekesî gihîştiye 1 trîlyon 407 milyar TL. Deynên takekesî gihaşt 1 trîlyon 610 milyar TL. Di sala 2023’yan de 111 hezar û 576 esnafan derabeyên xwe girtin. Deynên cotkaran nêzî 600 milyar TLyî bûye. Di butçeya sala 2024’an de ji her 100 lîreyî 11,3 lîre diçe faîzê. Di butçeya sala 2024’an de ji her 100 lireyî 10,2 lîre ji bo lêçûnên leşkerî dihat xerckirin. Li Tirkiyeyê 3 sal in enflasyona zexîreyê her ku diçe zêde dibe û rekor li pey rekorê dişikîne. Ew 5 qat ji navîniya OECD bilindtir e. Îro gelê Tirkiyeyê di nava feqîriyeke mezin de ye. Zarok hesreta hêk, goşt û şîr in. Mirov hewl didin danê xwarinê kêm bikin û bijîn. Li gorî min ev rastiya ku Tirkiye di enflasyona zexîreyê de di cîhanê de di rêza yekem de ye lê ji bo wezîr ne mezin e. Dîsa di warê enflasyonê de Tirkiye di rêza 4’emîn de ye, lê ez difikirim ku ev ji bo wezîr ne mezin e. Ka em bipirsin ev hemû karê kê ye? Ma ev hemû ne karê Erdogan ê mezinê aborî yê hukûmeta AKP’ê ye?

Lêçûnên erdhejê ne di nava vê de ne, ev lêçûyînên şer ên ku ji ber dijminatiya we ya Kurdan re ye.

'EM Ê 1'Ê GULANÊ LI TAKSIMÊ BIN'

Gelê me, kedkar û çîna karkeran ku derî li vê serdemê vekirin, helbet wê 1'ê Gulanê Cejna Karkeran li qadan pîroz bikin. Ti îrade nikare rê li ber vê bigire û em ê vê li qadên 1’ê Gulanê  bibînin.

Em qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê ya ji ber ewlehiyê hatiye dayîn qebûl nakin, em ê li wir bin.

Em bang li bi milyonan karkeran dikin ku li qadên 1’ê Gulanê bicivin.”