‘Înfaza karkerên Kurd bi biryara MGK’ê pêk hat’

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Bûldan Rapora MGK’ê ya “veşartî” ku tê de qetilkirina karsazên kurd hatiye tomarkirin, anî rojeva Meclîsê.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Pervîn Bûldan, têkildarî Rapora Lijneya Ewlehiya Netewî (MGK) ya veşarî ku li mala Serokkomarê berê Tûrgût Ozal hatibû dîtin û piştre li sehafekê derketibû holê ji bo ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç û Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz bi bersivînin pêşniyazpirsek pêşkeş kir û pêşniyaznameyeke lêkolînê jî pêşkeşî Serokatiya Meclîsê kir.

Di pêşniyaznameyan de hate bibîrxistin ku di salên 1990’î de li Tirkiyeyê serdema herî zêde cînayetên kiryarên nediyar, operasyonên derveyî hiqûqê, valakirina gundan û îşkence hatine jiyîn e û hate diyarkirin ku di “Rapora Aktîvîteyên Psîkolojîk” a “veşartî” de cara ewil e bi awayekî “fermî” hatiye tomarkirin ku înfaza karsazên kurd biryara MKG’ê ye.

Di pêşniyazpirsê de bi daxwaza ku Yilmaz û Tûnç bibersivînin ev pirs hatin pirsîn:

“* Li ser esasê di sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin de demborî nîne, ji bo aşkerekirin û darizandina berpirsyarên polîtîkayên nehiqûqî, cînayetên kiryarên wan nediyar û îşkenceyan bi qebûlkirina “Rapora Aktîvîteyên Psîkolojîk” re, ku weke belgeyeke fermanê ya binpêkirina mafên mirovan/sûcên giran dikare bê nirxandin, tu xebateke we heye?

* Derbarê destpêkirina pêvajoya jinûve vekirina dosyayên dozê yên ji ber biryara demboriyê hatine betalkirin de tu xebateke we heye?”