Tiryakî: Rêxistina me ya bajêr û gelê me jixwe bawer ser piyan in

Mehmet Ruştu Tiryakî der barê serdegirtina avahiya DEM Partiyê ya Êlihê de got, "Eger difikirin ku dikarin partiya me, hevserokên me û gelê me çavtirsandî bikin, xwe dixapînin. Rêxistina me ya bajêr û gelê me bi xurtî li ser piyan e."

Di 24'ê Nîsanê de polîsan avêtibûn ser avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê û bi saetan li avahiyê lêgerîn kiribûn. Di serdegirtina qaşo bi hinceta ''gilî'' heye hat kirin de, posterên şehîdan, rojname û alayên partiyê ziyan dîtin. Duh jî hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk jî bi hinceta ku îfadeya wî heye, bang lê hat kirin ku biçe emniyeta polîsan. Tekîk ê ku çû îfadê bide, li wir hat binçavkirin, sewqî dozgeriyê hat kirin û serbest hat berdan. 

SERDEGIRTINA AVAHIYA ME YA BAJÊR NEQANÛNÎ YE

Parlamenterê Êlihê Mehmet Ruştû Tîryakî serdegirtin û operasyonên AKP'ê yên li hemberî DEM Partiyê nirxand. Tîryakî, anî ziman ku bêhiqûqiyeke cidî heye û got, "Polîs di bin navê giliyê de kengî bixwazin divê nikaribin wisa bikevin hundirê avahiyên rêxistinên partiyên siyasî û derkevin. Mixabin li dijî vê ti hukmekî hiqûqî nîne. Kontrolên malî yên partiyan bi biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Hesaban tên kirin. Eger dozeke girtinê were vekirin, ev doz wê ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve bê girtin, ne ji aliyê dadgeheke normal ve. Di encama pêşbirka hilbijartinên ku partiyên siyasî dikevinê de, dixwazin hem tevahiya welêt û hem jî beşê herêmî bi rê ve bibin. Şaredaran hildibijêrin, wekîlan hildibijêrin û Serokkomar hildibijêrin . Ji ber vê yekê, cihê partiyên siyasî di nava demokrasiyeke pêşketî de xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Helbet ev ne cara pêşî ye ku Êlih bi serdegirtin an jî operasyoneke polîsan re rû bi rû ye. Bi vî rengî gelek caran avêtin ser avahiya me ya bajêr. " 

OPERASYONA TÊGIHIŞTINÊ

Tîryakî, da xuyakirin ku ji van operasyon û êrîşan nekarîne encamek bi dest bixin û wiha domand, "Dixwazim careke din destnîşan bikim ku ev yek ne hiqûqî ye. Êlih di warê siyaseta Kurd de bajarekî xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Bîreke wê ya zindî heye. Di heman demê de bajarê êşê ye. Bajarekî ku di salên 90'î de rastî êrîş û komkujiyên herî hovane yên Hezbolkontra hat. Ji ber vê yekê bîrdariya Êlih kûr e. Beriya hilbijartinên 31'ê Adarê, weke berhemeke vê zîhniyetê li dijî partî û namzetên me kampanyayeke reşkirinê ya cidî meşandin. Xwestin di nava partiyê de nakokiyan çêbikin û jê sûdê werbigirin. Lê belê gelê me di 31'ê Adarê de bersiveke gelekî xurt da wan. Û namzeta me Gulîstan Sonuk di nav 81 bajaran de bi rêjeya herî bilind a dengan hate hilbijartin. Kesên ku ji sindoqê encama ku dixwestin nikaribûn bistînin, piştî hilbijartinê ji bo krîmînalîzekirina partiya me, rêveberiya bajêr û rêveberên me operasyona têgihiştinê dane destpêkirin. Em wisa şîrove dikin. Gel di 31'ê Adarê de li ser sindoqê bersiva pêwîst da. Eger difikirin ku dikarin partiya me, hevserokên me û gelê me bitirsînin, xwe dixapînin. Rêxistina me ya bajêr û gelê me bi xurtî li ser piyan e û van êrîşan qebûl nakin."

DIVÊ NEKEVIN ŞAŞIYEKE WIHA

Tîryakî, li ser daxuyaniya Wezîrê Edaletê ya "DEM Partî dikare bê girtin" jî ev tişt gotin, "Li gorî xwe DEM Partiyê mîna xelekek qels dibînin. Weke partiyeke mûxalîf dibîne ku dema xwest dikare êrîşî partiyê bike, binçav bike, bigire û dozê veke. Eger hûn bala xwe bidinê, yên bi gotinê bersivê didin partiyên din ên mûxalîf, bi awayekî vekirî gefan li partiya me dixwin. Û tenê bi gefxwarinan jî naqede, bi serdegirtin , binçavkirin û dozên girtinê vedikin. Em hêvîdar in ku wê şaşitiyeke bi vî rengî nekin. Pêşbaziya di navbera partiyên siyasî de li ser peyvan, hilberîna siyasetê û wergirtina piştgiriya gel pêk tê. AKP bi xwe jî baş dizane ku li vî welatî ti pirsgirêk bi vekirina doza girtina DEM Partiyê nayê çareserkirin. Ev yek bi hêsanî bêtehemûliya siyasî îfade dike. Gelê me di her şert û mercî de bersivên pêwîst dide van nîqaşan. Divê AKP’ê jî vê bersivê bi baldarî bixwîne."