ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG'ê bersiv da: 28 çeteyên Tirk hatin kuştin
Şervanên YPG'ê bersiv dan êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê. Di encamê de herî kêm 28 çete hatin kuştin. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Akîf hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ehmed Mihemed Sîncar (Akîf), ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hate veşartin. -
Ji êsîrtiyê berê xwe dan azadiyê
Operasyonên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên ji bo rizgarkirina navenda Reqayê dewam dikin. Sivîlên ku di nava şert û mercên koletiyê de dijiyan, pêl bi pêl tên rizgarkirin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Umer hate veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPGʹê Tahir Umer ê di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Şehîd Refîq a navçeya Şera veşartin. -
Li Reqayê şerê dijwar
Li Taxên Hattîn û Sînaa yên ku vê sibehê şervanên QSD’ê ketinê şerê dijwar rû dide. -
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî Gundên On Dadet û El- Mehsenlê dikin
Artêşa Tirk a dagirker nuqteyên şervanên Meclîs Leşkerî ya Minbicê yên li herêma On Dadat û El-Mehsenlê ku 14 Km li bakurê Minbicê dikeve , bombebaran dike. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Cegerxwîn hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Cegerxwîn Amûdê, ku di operasyona Reqayê de şehîd bû hate veşartin. -
Dîmenê 'Cenga Mezin' a li Reqayê
Li taxa Sînaa ya Reqayê, ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro danê sibehê ketin navê, şerekî dijwar diqewime. -
Xelîl: Rizgariya Reqayê rizgariya herêmê ye
Ji fermandarên QSD'ê Loqman Xelîl got, "Çawa ku DAIŞ'ê Reqa talan û dagir kir, paqijkirina vê herêmê ji DAIŞ'ê jî tê wateya rizgarî û aramiya herêmeke berfireh." -
Li Reqayê şervanekî Îtalî
Şervanê Îtalî Egîd ê li Reqaye şer dike, anî ziman ku ew ji bo şoreşê û li dijî kapîtalîzmê li nava refên YPG'ê ye. Egîd got, "Mîna ku Ocalan di pirtûkên xwe de dibêje; divê di destpêkê de jin azad bibin, ku mirovahî tev azad bibe." -
Şêniyên Efrînê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Li navçeya Şêrawa ya Efrînê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî hate lidarxistin. -
Komên çete yên Tirk bi hev ketin: 15 ji hev kuştin
Komên çete yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên xwedîkirin, li Babê bi hev ketin. Di vî şerî de 15 çete mirin, gelek jî birîndar bûn. -
Şervanên QSD'ê ketin nava taxên Sinaa û Hattîn ên Reqayê
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Reqayê ketin taxên Sinaa û Hattîn. Di şerê heta niha de 23 çete hatine kuştin, termê 16 çeteyan jî li naverastê man. -
Operasyona Reqa: 38 çete hatin kuştin
Fermandariya QSD'ê ragihand ku li rojhilat û rojavayê bajarê Reqayê heta niha 38 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. -
Cenazeyên 8 şervanên azadiyê li Dêrik û Kobanê hatin veşartin
Li Şehîdgeha Kantona Kobanê cenazeyên 5 şehîdên 'Cenga Mezin' a Reqayê û cenazeyên 3 şehîdan li Şehîdgeha bajarê Dêrik a Kantona Cizirê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin. -
Li Reqayê şerê dijwar diqewime, bi dehan sivîl hatin rizgarkirin
Li sûrên Reqa yên dîrokî di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerê dijwar diqewime. Şervanên QSD'ê di operasyoneke taybet ya li taxa Sina a rojhilatê Reqayê de bi dehan sivîl rizgar kirin. -
Vîna mezin a ‘Cenga Mezin’…
Şervanên QSD’ê yên ku li Reqayê li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê dest bi ‘Cenga Mezin’ kirine, bi vîneke mezin şerê ji bo mirovayetiyê li stranên xwe jî dineqişînin… Va ye beşeke biçûk a ji “Cenga Mezin”… -
Şêniyên Amûdê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongreya Starê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin. -
YPG'ê nasnameya 5 şehîdên Cenga Mezin eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 5 şervanên xwe yên di navbera 8-9'ê Hezîranê de li Reqayê di operasyona rizgarkirina bajêr de şehîd bûn, eşkere kir. -
Çeteyên Tirk top avêtin gundê Minbicê
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker, top avêtin gundê Qerd Wêran ê Minbicê. Ji ber êrîşê, xisareke mezin a madî li mal û milkên gundiyan bû. -
YPG: 21 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
YPG'ê diyar kir, di nava 4 rojên dawî de 21 çeteyên dewleta Tirk ji ber êrîşên xwe yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê hatine kuştin. -
Taxa Romaniyê ji çeteyan hate paqijkirin
Taxa Romaniyê ya ku ev du roj in bûbû qada şerekî dijwar, ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate rizgarkirin. -
Çeteyên ku amadekariya komkujiyê dikirin, bi saxî hatin girtin
Şervanên QSD'ê, li gundê El-Hedac ê li nêzî Tebqayê 2 çete bi saxî zevt kirin, ku van çeteyan amadekarî ji bo komkujiyê dikirin. -
Agahî ji Kurdên li Şehbayê hatine revandin nayê girtin
Li herêma Şehbayê, zêdeyî 100 Kurd beriya niha bi 4 rojan ji aliyê çeteyên 'Mertala Firatê' yên Tirk ve hatibûn revandin. Agahî ji van Kurdan nayê girtin. -
Li Reqayê şer giran e
Li taxa Romanî ya li eniya rojava ya Reqayê, ji duh êvarê û vir ve şerekî dijwar diqewime.