Şervanên QSD'ê ketin nava taxên Sinaa û Hattîn ên Reqayê

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Reqayê ketin taxên Sinaa û Hattîn. Di şerê heta niha de 23 çete hatine kuştin, termê 16 çeteyan jî li naverastê man.

Operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê ket roja 7'an.

Şevê din şervanên QSD’ê ji milê rojhilat û rojava ve berê xwe dan çeperên çeteyan. Di encama bersivdana çeteyan de li herdu baskan şerekî dijwar rû da. Ber destê sibehê şervan li rojhilat ketin taxa Sinaa û li rojava jî ketin taxa Hattîn. 

Şerê dijwar li herdu taxan heta van kêliyan didome. 

Fermandarên QSD’ê diyar kirin ku di şer de heta niha herî kêm 23 çete hatine kuştin û termê 16 çeteyan tevî hinek çek û cebilxaneya li ser wan ketine destê şervanan.

Li aliye din di encama xebata lêgerîna şervanan a li taxa Romaniyê de roketavêjek B-7, çekek BKC û 400 fişekên wê, çekek Law a artêşa Tirk, 20 hawanên 120 mm, 6 kalaşnîkof û cudatir depoyek tije çek û cebilxane ketiye destê şervanan.