Cenazeyê şervanê YPG'ê Cegerxwîn hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Cegerxwîn Amûdê, ku di operasyona Reqayê de şehîd bû hate veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mesûd Ehmed (Cegerxwîn Amûdê), ku roja 9'ê Hezîranê li Reqayê di Cenga Mezin de şehîd bû, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê hate rakirin û birin Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl Hogir.

Cenazeyê şehîd, ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve li şehîdgehê bi merasîmeke leşkerî hate pêşwazîkirin. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê Seîd Ferso li vir axivî û got, "Bila serê malbata Şehîd Cegerxwîn û hevalên wî yên li eniya şer têdikoşin sax be. Li pêşberî bîranîna şehîdên me ez bi rêzdarî bejna xwe ditewînim."

Ferso anî ziman, Şehîd Cegerxwîn di sala 2012'an de tevlî nava refên YPG'ê bû û her tim li refên herî pêş bi lehengî şer kir.

Ji Fermandarên YPG'ê Agirî Jînda jî li vir axivî û diyar kir, şervan li Reqayê bi pêş ve diçin û li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi lehengî şer dikin.

Bavê şehîd jî li merasîmê axivî û got, ew bi kurê xwe serbilind e.

Li dû axaftinan, belgeya şehadetê ya Şehîd Cegerxwîn hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd li ber tilîlî û dirûşma "Şehîd namirin" hate veşartin.