Xelîl: Rizgariya Reqayê rizgariya herêmê ye

Ji fermandarên QSD'ê Loqman Xelîl got, "Çawa ku DAIŞ'ê Reqa talan û dagir kir, paqijkirina vê herêmê ji DAIŞ'ê jî tê wateya rizgarî û aramiya herêmeke berfireh."

Pêngava rizgarkirina navenda bajarê Reqayê di roja heftemîn de ye. Yek ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Loqman Xelîl rewşa heyî a pêngavê, girîngiya rizgarkirina Reqayê ji ajansa me re nirxand.

Xelîl di destpêka axaftina xwe de işaret bi rewşa stratejîk a Reqayê kir û destnîşan kir, ku Reqa ji bo Federasyona Bakurê Sûriyeyê jî gelekî girîng e.

Xelîl got, "Şikandina êrîşên ji vê derê li dijî axa Rojava û Bakurê Sûriyeyê û jiholêrakirina DAIŞ'ê wê bi rizgarkirina Reqayê bibe. Aliyekî din ê girîng jî ew e, ku gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bi Reqayê re xwedî têkiliyeke xurt a aborî û jiyanî ye. Bi dagirkeriya Reqayê re, gelê herêmê zor û zehmetiyeke mezin dît. Ji cih û warên xwe bûn, ji qadên xwe yên aboriyê bûn. Ji ber van hemû sedeman, çawa ku DAIŞ'ê Reqa talan û dagir kir, paqijkirina vê derê ji DAIŞ'ê jî wê were wateya rizgarî û aramiya li herêmeke berfireh."

Fermandar Xelîl diyar kir, DAIŞ'ê piştî ku Reqa talan kir, rûyê xwe yê rast hem nîşanî şêniyên bajêr da, hem jî gelê herêmê.

Xelîl got, "Li ser Çemê Firatê bi sedan mirov kuşt û avêt nava çem. Ev yek jî li pêş çavên gel kir, ku çavên gel bitirsîne. Ji xwe beriya bikeve nava Reqayê jî bi kiryarên xwe yên hovane tirs berdabû nava mirovên li herêmê. Gelê ku bi Pêngava Xezeba Firatê re hêvî li wan der bû, bi rengekî girseyî xwe li qadên hêzên me girt. Bi pêngava azadiyê re gel dudil nebû, yekser xwe li herêmên me girt. Ev yek jî nîşan dide bê çiqasî ji zilma DAIŞ'ê bêzar bûye."

Loqman Xelîl ragihand, hem li Bakurê Sûriyeyê hem jî ji bo gelên zilma DAIŞ'ê li wan tê kirin, barekî dîrokî li ser milê wan e û wiha dewam kir: "Em hêzên Sûriyeyî ne. Em zarokên vî gelî ne. Ji bo azadî û parastina vî gelî, berpirsyariyeke me ya exlaqî û wijdanî heye. Hem ji ber vê sedemê, hem jî ji ber daxwazên gel, em ji bo azadiya Reqayê dimeşin. Leza me ya pêşveçûnê jî bi alîkariya gel dibe. Ji ber ku gel bang li me kir û em qebûl kir, Pêngava Xezeba Firatê niha gihîştiye navenda bajêr."

REWŞA DAWÎ

Xelîl ragihand, pêngava rizgarkirina Reqayê bi coş û kelecaneke mezin a hêzên pêngavê didome û li ser rewşa dawî ya şerê li navenda bajêr ev agahî da:

"Em ji taxên derve yên bajêr ketin hundir û me çeperên xwe xurt kir. Çeteyên DAIŞ'ê gelek mayin li van herêman çandibûn. DAIŞ niha şerê man û nemanê dike. Ji bo hebûna xwe biparêze hewl dide şer bike, lê di heman demê de dibêje, eger ez biçim ez ê bi xwe re gelek tiştan bişewitînim. Bi vî rengî tevdigere. Li her herêmên ku hêzên me ketin hundir, hat dîtin ku çeteyên DAIŞ'ê mayin li her cihî çandine, li binê erdê tunel kolandine û gelek xanî kirine xirbe. Gel bi zorê ji xaniyan derxistine û li navenda bajêr civandine. Çeteyên DAIŞ'ê dixwazin gel weke mertalên zindî bi kar bîne."

Xelîl, der barê propaganda 'DAIŞ'ê Reqa vala kir' de got, "Ev bi temamî derew e. Hêzên me bi şer ketin nava van taxan û çeteyên DAIŞ'ê ji bo li hêzên me bixin, bi hemû hêza xwe li ber xwe didin. Hêzên me niha li taxên derve, xwe nêdî bedenên dorê li navenda bajêr digirin, kirine. Tevî vê yekê navenda tûgaya 17'an û febrîqeya mezin a şekir jî ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin."

JI BO KOÇBERAN BANGA ALÎKARIYA ÎNSANÎ LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ KIR

Di dawiya axaftina xwe de fermandar Loqman Xelîl bal kişand ser koçberiya zêde ya ji herêmê û ji bo alîkariya koçberan got, "Pêwîste civaka navneteweyî, saziyên însanî dest li vê rewşê werdin. Heta niha ji van saziyan ti alîkarî nehatiye. Dema ku pêngava Mûsilê dest pê kir, amadekariyên mezin hatin kirin, lê ji bo gelê Reqayê bêdengî heye. Tenê kantonên Rojava hewl dide bersivê bidin pêwîstiyên gel. Ez bang civaka navneteweyî dikim ku di vî warî de hesas be û alîkariyê bide."