Li Reqayê şervanekî Îtalî

Şervanê Îtalî Egîd ê li Reqaye şer dike, anî ziman ku ew ji bo şoreşê û li dijî kapîtalîzmê li nava refên YPG'ê ye. Egîd got, "Mîna ku Ocalan di pirtûkên xwe de dibêje; divê di destpêkê de jin azad bibin, ku mirovahî tev azad bibe."

Di operasyona rizgarkirina Reqayê de şervanên ji gelek gelên cuda jî li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Yek ji van jî Çekdar Egîd ê ji bajarê Torîno yê Îtalyayê ye.

Egîd got, "Di havîna 2014'an de, dema DAIŞ derkete holê û Dewleta Îslamî weke xîlafeta nû ragihand, ez û hevalekî xwe, me li Tûrînê li radyoya herêmî Radyo Blackoutê dest bi weşana heftane kirin. 3 mehan me li ser Dewleta Îslamî, baweriya Îslamê-Sûnî, baweriya Şîa, rewşa jeopolîtîk a ROjhilata Navîn, Îran û Sûriyeyê weşan kir."

Egîd diyar kir, ew çar caran hate Kurdistanê û wiha dewam kir: "Di destpêkê de, sala 2014'an hatibûm Bakur, ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê. Çûm gundê Mehser ê Pirsûsê, ku heval û hevrêyên min ên Kurd lê li hev civiyabûn. Di sala 2014'an de DAIŞ'ê li Kobanê li dijî gelê Kurd dest bi şer kir. Min ji vê derê bûyerên diqewimîn û êrîşên hewayî yên Amerîkayê şopand. Piştre du carên din çûm cihên cuda yên Bakur. 3 meh piştî rizgarbûnê ez derbasî Kobanê bûm. Min li vir dît ku hemû avahî, bajar tev di şer de hilweşiya ye."

ÇIMA TEVLÎ BÛ?

Egîd got, di cara çaremîn a hatina Kurdistanê de ew tevlî nava YPG'ê bû û qala sedema tevlîbûna xwe kir:

"Çima tevlî nava refên YPG'ê bûm? Ji bo şoreşê tevlî bûm. Weke anarşîstekî, ez li dijî dewletê me. Sê nuqteyên bingehîn ên vê şoreşê hene. Ya yekemîn; konfederalîzma demokratîk ku aliyê xwe yê sêyemîn e. Ya duyemîn; hawirdorparêziya radîkal e, ku ez bi temamî pê re me. Mîna li Îtalyayê, ez li dijî kapîtalîzma ku di oxira pere de dixwaze xwezayê talan bike, têdikoşim. Ya sêyemîn jî, ku nuqteyeke bingehîn e; mijara mafên jinê ye. Dîtina min, çawa ku Abdullah Ocalan di pirtûkên xwe d dibêje; divê di destpêkê de jin azad bibin ku mirovahî tev karibe azad bibe.

Yanî bi kurtasî ez ji bo şoreşê li vir im. Ji ber ku ev şoreşa kêm hatiye dîtin, li ser nêrîna neteweperestiyê ava nabe. Ev şoreş ne dewleteke Kurd e, konfederalîzm e ku jiyana bi hev re ya hemû komên etnîkî yên cuda diparêze. Ev sîstem sîstemeke welê ye, ku cudahiya ol tê de nîne, Kurd, Ereb, Çeçen, Tirkmen, Êzidî û civakên cuda dikarin bi ola xwe bijîn, li dijî hev şer nekin û hemû gel bi awayekî aştiyane bijîn. Lê ez bi temamî îdealîst an jî pasîfîst nînim.

Di rewşeke ku komeke hov, kapîtalîst û faşîst a mîna DAIŞ'ê ya bi serkêşiya Ebûbekîr Bagdadî êrîşî gelê Kurd dike û dixwaze Kurdan bike, bêguman wê gelê Kurd jî rahêje çekê û jiyana xwe biparêze. Eger firsedan parastina xwe nebe, ew civak azad nîne. Ew civak wê êsîr bibe. Sedema hebûna min a li vir jî ev e. Ev bû 7 meh ez li vir im. Ez tevlî nava refên YPG'ê bûme û çi ji destê min tê wê dikim. Alîkariya lojîstîk didim hemû komên li eniyên cuda.

Şervanê YPG'ê Egîd destnîşan kir, ku wî li Qereçoxê perwerdeyeke baş dîtiye û wiha dewam kir:

"Mamosteyekî min ê gelekî baş hebû bi navê heval Zinar Tolhildan. Gelekî bi sebir, her tişta ku dikare hînî min bike, hewl da hîn bike. Bi vê Kurdiya xwe ez dikarim wan fêhm bikim û dikarim bi tabûra Kurd re jiyana xwe bidomînim.

Kurdî ne tenê zimanek e. Kurdî bitûna komek ji zimanan e. Ji ber ku li parçeyên din ê Kurdistanê zimanên cuda jî hene. Kurmancî, Zazakî, Soranî, Goranî, Elanî hene. Di vî warî de hinekî zehmetiyan dikişînim. Hevalên bi min re daxivin, gotinên cuda bilêv dikin. Ji bo mirov bêjin 'Tu çawayî?' gelek alternatîf û gotinên cuda hene. Weke mirovekî ji cîhana rojava, ev yek bi min zor e, ji ber ku ji gelek zimanan pêk tê. Ev yek jî encama wê ye ku Kurd hatiye parçekirin û ji hev cihê jiyan e."

'LI VÊ DERÊ HEVRÊTIYA RASTEQÎN HEYE'

Çekdar Egîd ê ji Îtalyayê bala kişand ser têkiliyên hevrêtiyê jî û got, "Têkildarî sîstema leşkeriyê, gelek nuqteyên girîng ên vê sîstema 'bi dîsîplîn û rêk û pêk' hene. Ji bo min ya herî girîng, rewşa hevrêtiyê ye ku li vê derê weke 'hevaltî' tê binavkirin. Her kes hewl dide alîkariyê bi hev re bike. Dema pirsgirêkeke min hebe, hevalên din li vê dipirsin û eleqedar dibin. Hemû heval timî tên dipirsin, 'Tu çawayî, başî? Pirsgirêkek te, pêwîstiyeke te heye?' Vê yekê her tim dikin. Û ne tenê di gotinê de dimîne, her tişt li vir rasteqîn e. Ev der cihekî xweş e. Li vê derê gelek mirovên bedew hene, dilê wan têra xwe mezin e û gelekî baş nêzî mirovan dibe. Bi hev re dixwin, bi hev re dijîn, bi hev re şer dikin. Eger yekîtî û hevrêtiyeke bi vî rengî nebe, tu nikare li dijî dijmin bimeşe. Ne tenê li dijî DAIŞ'ê ya jî Tirkiyeyê, li dijî ti alî tu nikare li ber xwe bide. Beriya her tiştî pêwîstî bi komekê heye. Dema komeke te ya baş çêbû, hingî tu dikare tevlî şer bibe."