Cenazeyê şervanê YPG’ê Umer hate veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPGʹê Tahir Umer ê di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Şehîd Refîq a navçeya Şera veşartin.
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPGʹê Tahir Umer ê di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Şehîd Refîq a navçeya Şera veşartin.
Bi dehan welatiyên Kantona Efîrnê bi armanca wergirtina cenazeyê şervanê YPGʹê Tahir Umer ê di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, li ber nexweşxaneya Avrîn a Efrînê kom bibûn, alên YPG, YPJ, TEV-DEM, PYD, Malbatên Şehîdan û Hêzên Asayîşê rakiribûn.
Piştî wergirtina cenaze girseya gel bi karwanekî wesayîtan ve ber bi Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ve ketin rê. LI vir jî bi dehan welatiyên navçeya Bilbilê ji bo pêşwazîkirina cenaze li goristanê kom bibûn.
Li ser rêya ketina goristanê girseya gel cenaze li ser milan rakirin û heta goristanê meşiyan. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî hate destpêkirin, piştre jî li ser navê Desteya Malbatên Ş ehîdan Ehemed Ebdo, Hevserokê Meclîsa TEV-DEM Mûstefa Hesen û Fermndarê YPGʹê Zihêr Efrînî axivî.
Di axaftinan de sersaxî ji malabta şehîd re hate xwestin û soza şopandina rêya cangoriyan heta dayîn û hate gotin ku gelê herêmê bi hevgirtin û biratî karîbûn bersiva hemû êrîşan bidin.
Piştî axaftinan nasnameya Şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd bi bi diruşmeyan ve veşart.