Çeteyên ku amadekariya komkujiyê dikirin, bi saxî hatin girtin
Şervanên QSD'ê, li gundê El-Hedac ê li nêzî Tebqayê 2 çete bi saxî zevt kirin, ku van çeteyan amadekarî ji bo komkujiyê dikirin.
Şervanên QSD'ê, li gundê El-Hedac ê li nêzî Tebqayê 2 çete bi saxî zevt kirin, ku van çeteyan amadekarî ji bo komkujiyê dikirin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, 2 çeteyên DAIŞ'ê ku amadekarî dikirin li mizgefta gundê El-Hedac ê li herêma navbera Tebqa û Mehmûdlî komkujiyê bikin, ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatin girtin. Şervanan çeteyên bi navê Ebû Mihemed û Ebû Hemam şopandin. Dema ku çeteyan hewl dan bombeyan li mizgefta bi navê El-Xîlafa ya li gund bi cih bikin, ji aliyê şervanan ve hatin girtin. Tîmên pispor ên QSD'ê, bi qasî saet û nîvekê, 1,5 kîlo TNT a hatibû amadekirin bê bandor kirin. Şervanan li herêmê dest bi lêgerîn û paqijiyê kirin.
Hat ragihandin, çeteyan dixwestin bombeya li mizgeftê bi cih kiribûn, di dema nimêja esir de biteqînin.
Ji bo girtina çeteyan, gundî jî bûn alîkar ji şervanên QSD'ê re. Şervanan her du çeteyên hatin girtin, radestî cihên pêwendîdar kirin.