Vîna mezin a ‘Cenga Mezin’…

Şervanên QSD’ê yên ku li Reqayê li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê dest bi ‘Cenga Mezin’ kirine, bi vîneke mezin şerê ji bo mirovayetiyê li stranên xwe jî dineqişînin… Va ye beşeke biçûk a ji “Cenga Mezin”…

“Cenga Mezin” a hêzên QSD’ê didome ya ku ji bo Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij bikin. Şervanên QSD’ê yên ku hemû gel û baweriyên li Sûriyeyê tê de cih digirin, bi moralekî mezin bi pêş ve diçin.

Di roja 6’emîn a “Cenga Mezin” de şervanên QSD’ê heta niha taxên El-Meşleb, Sebahiyê û Romaniyê ji çeteyan paqij kirine. Ji bo şervanên QSD’ê xeta di navbera “jiyan û mirina ji bo jiyana azad” de gelekî tenik e.

Di dîmenan de yên ku Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê belav kiriye tê dîtin ku şervan ên ku ji bo Reqayê azad bikin, beriya ku dest bi pêngavê bikin çawa bi moral û coş xwe amade dikin.

Ji nav şervanan de yên ku ji bo pêngavê xwe amade dikin yek jê stranan dibêje, yê din jî ji bo ku tedawî bibe birîndarekî dixe ambûlansê.

Gotina“Ey Azadî heke emrê min têra te neke, wê dîrok ji te re bibêje bê ka ez çiqasî ji te hez dikim” ya ku di stranê de derbas dibe, diyar dike ku şerê QSD’ê yê ji bo azadiyê çiqasî bi îrade tê kirin.