YPG: 21 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

YPG'ê diyar kir, di nava 4 rojên dawî de 21 çeteyên dewleta Tirk ji ber êrîşên xwe yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ragihand, êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê dewam dikin û li ser êrîşên 4 rojên dawî ev agahî da:

"Di 6'ê Hezîraan 2017'an de çeteyên di bin fermandariya artêşa Tirk a dagirker de tevdigerin bi topên hawanê êrîşî gundên Basûfanê û Bircikê Silêman ên navçeya Şêrewa ya Efrînê û gundê Eyn Deqnê yê navçeya Şera ya Efrînê. Di heman demê de bi çekên giran gundê Girê Qestelê hat gulebarankirin. Her wiha di heman rojê de ji êvarê heya roja din siharê balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer yên artêşa Tirk li ser sînor û bajarê Kobanê geriyan.
 
JI ÇETEYÊN JI ALIYÊ EZAZÊ ÊRÎŞ KIRIN 21 HATIN KUŞTIN

Di dîroka 7'ê Hezîrana 2017'an de çeteyên artêşa Tirk ji milê Ezazê ve êrîşî gundê Eleqînê yê girêdayî Efrînê kirin. Hêzên me di heman demê de bersiv dan êrîşa çeteyan û li herêmê şerekî dijwar qewimî. Di encam de êrîşa çeteyan hat şikandin, 21 çete hatin kuştin û wesayîteke çeteyan hat rûxandin. Şervanên me çûn ser cenazeyê 13 çeteyan û 4 kalaşnîkof, tevî rextên wê, 2 telefon û nasnameyek hat desteserkirin. Di heman rojê de balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer ên artêşa Tirk li ser Kobanê geriyan.

LEŞKERÊN TIRK GULE LI GUNDIYEKÎ DIÇÛ ZEVIYÊ XWE REŞANDIN, GUNDÎ BIRÎNDAR BÛ
 
Di 8'ê Hezîrana 2017'an de çeteyên artêşa Tirk bi çekên giran êrişî gundên Girê Barîn, Girê Şehît Şîlan û Girê Baz yên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kir. Hêzên me di heman demê de bersiv dan çeteyan, lê der barê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Di heman rojê de çeteyan bi topên hawanê êrişî gundê Belûniyê û Vîla Qadî yên girêdayî navçeya Efrîn Şera kir. Her wiha leşkerên artêşa Tirk saet 08:00an de gundiyekî ku diçû nav zeviyê xwe yê ji gundê Ebû Zellê yê girêdayî Girê Spî gullebaran kir û di encam de gundî birîndar bû.
 
Di 9'ê Hezîrana 2017'an de çeteyên artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî Gundê Basûfanê yê li ser navçeya Şêrewa û Girê Iska yê li ser navçeya Cindirêsê yên girêdayî Efrînê kir. Her wiha çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên giran êrişî gundê Ziyaret yê ku dikeve rojavayê Kobanê kir. Di heman demê de balafirên bê mirov yên keşfê jî li ser sînorê bajarê Kobanê geriyan. Dîsa çeteyên girêdayî artêşa Tirk ji Cerablûsa jêrîn bi topên hawanê êrişî bajarokê Şêxler ê girêdayî Kobanê kir."