ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ciwan ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR), di çarçoveya çalakiyên "Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye" de, li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê duh êvarê bi meşaleyan meşiyan. -
Operasyona Reqayê: Şerekî giran diqewime
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî çeperên şervanên QSD'ê yên li taxa Qadîsiyê kirin. Şervanan bersiv dan êrîşê û şerekî dijwar dest pê kir. Şer hê jî dewam dike. -
Şervanên Cenga Mezin: Serketin wê para me be
Me îro jî berê xwe dan rojavayê Reqayê. Em diçin qadên şer. Şervanên ku di rê dem em li hev rast hatin gotin, "Çete dîn û har bûne." -
Gelê Kobanê berê xwe da şehîdgehan
Gelê Kobanê çû serdana şehîdgehan û li ser gorên şehîdan find vêxist. -
Li Reqayê şerê dijwar diqewimin
Li Reqayê di operasyona hêzên QSD'ê de herî kêm 18 çete hatin kuştin. -
Li Taxa Betanî wesayîteke bombebarkirî hate teqandin
Şervanên QSD li Yaxa Betanî ya dikeve rojhilatê bajarê Reqayê wesayîteke bombarkirî ya çeteyên DAIŞ’ê teqand. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mehmûd El-Hesen hat veşartin
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê û bajaroka Sirînê, cenazeyê şervanê QSDʹê Mehmûd EL-Hesen (Mehmûd Cirniyê) yê ku di pêngava rizgarkirina Reqa de şehîd bibû, li goristana gund veşartin. -
Li Reqayê şerê giran didome
Li taxên rojava yên Reqayê ji 22’ê Hezîranê û vir ve şerê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de didome. -
Şervanên QSD'ê wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan rûxand
Şervanên QSD`ê li Reqayê wesayîteke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ'ê rûxand. -
Li dijî Efrîn û Şehbayê êrîş
Çeteyên Cebhet El-Nûsra û Ehrar El-Şam bi çekên giran êrîşî Kantona Efrînê dikin. -
Çeteyên Tirkan gundên Herbel û Şêx Îsa bomberdûman dikin
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Ezazê û Kilcibrîn bi cih bûne, gundên Herbel û Şêx Îsa yên Şahbayê bomberdûman dikin. -
Cenazeyên 4 şervanên QSD'ê li Girê Spî hatin veşartin
Welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyên 4 şervanên QSD'ê yên di 'Cenga Mezin' a rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin. -
Cenga Mezin: 4 wesayîtên bombekirî hatin rûxandin
Pêngava Rizgarkirina Reqayê ya Cenga Mezin bi hemû leza xwe dewam dike. Şervanên QSD’ê 4 wesayîtên bombebarkirî rûxandin. Li taxên Yermok û Rewadê jî bi giştî 13 çete hatin kuştin. -
250 şervan bi merasîmekê tevlî nava refên QSD'ê bûn
250 şervanên ku piştî dewreya perwerdê bi dawîkirin, bi şahiyekê tevlî nava refên QSD'ê bûn. -
Saetek ji Cenga Mezin
Ji kamerayê hez dikin lê naxwazin wêneyên wan belav bibin. Ji jiyanê hez dikin, lê her kes dixwaze here xeta herî pêş û li hember DAIŞ’ê şer bike. -
Li du taxên Reqayê şer giran e -NÛ BÛ
Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Reqayê de li taxên Hattîn û Yermûkê şerekî dijwar diqewimin. -
Çeteyên ku dixwestin li Minbicê komkujiyê bikin hatin girtin
Yekîneyên Antî Terorê (YAT), çeteyên DAIŞ'ê yên ku amadekarî dikirin ji bo li Minbicê di cejna Remezanê de komkujiyê bikin, girtin. -
Li Minbicê cenazeyê 2 şervanan hatin veşartin
Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li Goristan Şehîdan a Minbicê veşartin. -
QSD: Divê sivîl xwe ji nuqteyên DAIŞ’ê dûr bixin
Fermandariya Giştî ya QSD’ê, ji bo ewlehiya can û malê sivîlên Reqayê, bang kir ku divê xwe ji nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê dûr bixin. -
Cenazeyê 4 şarvanên azadiyê li Kobanê hatin veşartin
Li Kantona Kobanê cenazeyê 4 şervanên YPG′ê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristan Şehîd Dicle bi merasîmekê hatin veşartin. -
Pêngava Reqa: Li taxên Hitîn û Qadisiyê şerê dijwar diqewimin
Li rojhilat û rojavayê Reqayê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar diqewimin. -
216 ciwanên din jî tevlî QSD`ê bûn
216 ciwanên ku piştî Dewreya Perwerdê ya 12’emîn a Akademiya Feysel Ebû Leyla bi dawî kirin, beşdarî nava refên QSD’ê bûn. -
YPG'ê nasnameya 4 şehîdên Reqayê eşkere kir
YPG'ê, nasnameya 4 şervanên xwe yên di navbera 15-19'ê Hezîranê de li Reqayê di operasyona rizgarkirinê de şehîd bûn, eşkere kir. -
Şervanên QSD'ê li Reqa bi pêş ve diçin
Şervanên QSD'ê nîvê taxa Hattînê ya rojavayê Reqayê rizgar kirin. Li nîvê din ê taxê jî şer dewam dike. -
Tirkiye û Baas li dijî Efrînê amadekariya ambargo û êrîşê dikin
Tirkiye û rejîma Baasê amadekariyê dikin, ku bi hevparî êrîşî herêma Şehba û Efrînê bikin.