Şêniyên Efrînê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Li navçeya Şêrawa ya Efrînê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî hate lidarxistin.

Çalakiyên Kongreya Star ên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kantona Efrînê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de bi sedan welatiyên navçeya Şêrawa, endamên Kongreya Star, PYD û saziyên civaka sivîl  li pêşiya gundê Basile yê navçeya Şêrawa li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Meşvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û pankarta bi nivîsa "Azadiya Rêbertî azadiya jinê ye û azadiya jinê azadiya civakê ye" vekirin.

Meş li gundê Bînihê veguherî mîtîngê. Li vir ji Rêveberên Kongreya Star a navçeya Şêrawa Xedîce Yûsif axivî û tecrîda li ser Ocalan weke tecrîda li ser gelên bindest li cîhanê bi nav kir.

Ji Rêveberên Buroya Jinê ya PYD'ê ê Emîre  Hesen jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got, "Ji bo azadiya Ocalan em ê têkoşîna xwe xurtir bikin."

Çalakî bi qîrîna dirûşmên ji bo azadiya Ocalan qediya.