Komên çete yên Tirk bi hev ketin: 15 ji hev kuştin
Komên çete yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên xwedîkirin, li Babê bi hev ketin. Di vî şerî de 15 çete mirin, gelek jî birîndar bûn.
Komên çete yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên xwedîkirin, li Babê bi hev ketin. Di vî şerî de 15 çete mirin, gelek jî birîndar bûn.
Komên çete yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine birêxistinkirin û li derdora bajarokê El Babê yê ji DAIŞ'ê dewr girtin hatine bicihkirin, bi hev ketin.
Di şerê navbera komên çete yên bi navê Tûgaya Hamza û Alaya Yekemîn de, herî kêm 15 çete mirin, bi dehan birîndar bûn. Tevî ku hin kom îdîa dikin ku ev şer ji ber mijarên şexsî derketiye jî, li gorî nûçeyan Soûthfront, hin çavkanî, bandora rêxistina Heyet Tahrîr'uş Şam a ji aliyê Nûsra ve hatiye avakirin, weke sedema vî şerî nîşan dide.
Li Bab û derdora wê, şerê navbera komên çete êdî bûye bûyereke rojane ku diqewime. Tê gotin, li vê herêmê bandora Nûsra zêde dibe.