YPG'ê nasnameya 5 şehîdên Cenga Mezin eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 5 şervanên xwe yên di navbera 8-9'ê Hezîranê de li Reqayê di operasyona rizgarkirina bajêr de şehîd bûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî li malpera xwe ya înternetê weşand û ev agahî da:

"Pêngava 'Cenga Mezin' ku ji bo rizgarkirina Reqayê hatiye destpêkirin bi hemû leza xwe dewam dike. Armancê herî mezin a şervanan jî rizgarkirina gelê sivîl ji çeteyên DAIŞ'ê ye. Di vê çarçoveyê de pêngava ku bi pêşengiya QSD'ê ji aliyê rojhilat û rojavayê Reqayê ve hatiye destpêkirin, bi rizgarkirina taxên destpêkê dewam dike. Li vir de gelên sivîlên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatibûn girtin, ji aliyê şervanên azadiyê ve bi baldarî hatin rizgarkirin û li herêmên ewle hatin bicihkirin. Di vê operasyonê şervanên me ji bo rizgarkirina gelê sivîl ji destê DAIŞ'ê têkoşînek bê hempa dan. Di operasyonê de 5 şervanên me şehîd bûn.
 
Weke YPG û YPJ em şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Di destpêkê ji malbatên şehîdan û hemû gelê xwe re sersaxî dixwazin. Ji bo rizgarkirina Reqayê em soza biryardariyê têkoşîna hê mezintir dubare dikin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya her pênc şehîdan wiha ye:

 

 

Nasnav: Cîgerxwîn Amudê

Nav paşnav: Mesud Ehmed

Navê Dayikê: Mûcif

Navê Bav: Seîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Amudê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 9'ê Hezîrana 2017

 

 

Nasnav: Dilcan Kobanê

Nav paşnav: Nebî Nebî

Navê Dayikê: Meqbule

Navê Bav: Ezîz

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 9'ê Hezîrana 2017

 

 

Nasnav: Kawa Kobanê

Nav paşnav: Mihemed Eluş

Navê Dayikê: Sedîqa

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 9'ê Hezîrana 2017

 

 

Nasnav: Sêvdar Meteb

Nav paşnav: Mehmud Ehmed

Navê Dayikê: Esma

Navê Bav: Xidir

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa, Gundê Cezre

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa, Gundê Cezre / 8'ê Hezîrana 2017

 

 

Nasnav: Zinar Kobanê

Nav paşnav: Omer Elî

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Seîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 9'ê Hezîrana 2017