Li Reqayê şerê dijwar
Li Taxên Hattîn û Sînaa yên ku vê sibehê şervanên QSD’ê ketinê şerê dijwar rû dide.
Li Taxên Hattîn û Sînaa yên ku vê sibehê şervanên QSD’ê ketinê şerê dijwar rû dide.
Şerê ku piştî nîvroyê li Taxa Sînnaa ya dikeve eniya Rojhilatê Reqayê destpê kirî, bi hemû dijwariya xwe dewam dike.
Di şer de gelek çete hatine kuştin.
Lê ji ber dijwariya şer encamên zelal nehatin bidestxistin. Gelek çek û cebilxane hatiye desteserkirin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) heta niha 3 taxên Reqayê rizgar kirin. Şerê li Taxa Sînnaa û Hattîn hê jî dewam dikin.