Li Reqayê şer giran e

Li taxa Romanî ya li eniya rojava ya Reqayê, ji duh êvarê û vir ve şerekî dijwar diqewime.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), duh danê sibehê piştî ku taxa Sabahiyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin, berê xwe dan taxa Romanî. Li taxa Romanî ya li rojavayê bajêr e, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê nûçegihanên ANF'ê yên li Reqayê ragihandin, 11 çeteyên DAIŞ'ê li vir hatine kuştin ku yek ji wan serçeteyê bi navê Ebû Xattab Tûnisî ye. 7 termên çeteyan li naverastê man.