Taxa Romaniyê ji çeteyan hate paqijkirin
Taxa Romaniyê ya ku ev du roj in bûbû qada şerekî dijwar, ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate rizgarkirin.
Taxa Romaniyê ya ku ev du roj in bûbû qada şerekî dijwar, ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate rizgarkirin.
Operasyona Rizgarkirina Reqayê di roja 6. de bi rengekî serketî dewam dike.
Şervanên QSD'ê piştî taxa El-Meşleb a rojhilat û taxa Sebahiyê ya rojavayê Reqayê taxa siyemîn jî rizgar kirin. Taxa Romaniyê ya ku ev du roj in bênavber şerekî dijwar lê diqewimî, saet di 10.30’an de bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin.
Di şerê taxê de şevê din yek jê serçeteyê bi navê “Ebû Xettab El-Tûnisî” 11 çete hatibûn kuştin. Termê 7 çeteyan li naverastê man. Şervanan li taxa rizgarkirî dest bi lêgerîn û karê paqijkirina ji bermahiyên çeteyan kirin.