Cenazeyên 8 şervanên azadiyê li Dêrik û Kobanê hatin veşartin

Li Şehîdgeha Kantona Kobanê cenazeyên 5 şehîdên 'Cenga Mezin' a Reqayê û cenazeyên 3 şehîdan li Şehîdgeha bajarê Dêrik a Kantona Cizirê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin.

DÊRIK

Bi hezaran şêniyên Girkê Legê û Dêrikê ji bo wergirtina cenazeyên şervanên YPG`ê Îbrahîm Tayfon (Hesen Elî), Rêdûr Defrem (Doxan Yilmaz ) ku du endamên Partiya Çep ên Tirkiyê bûn û cenazeyê Murad Ebû ku li herêma Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabû li nexweşxaneya Dêrikê wergirtin.

 Welatiyan darbestên her sê cangoriyan wergirtin û bi tilîlî û dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat Dêrik a rojhilatê bajarê Dêrikê.

Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û hemû pêkhateyên herêmê, tevlî merasîmê bûn.

 Fermandarên YPG û Endamê Partiya Çep ê Tirkiyê Mustefa Yok axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya cangoriyan nû kir.

Piştre, ji Fermandara MLKP Goniş Dijle axivî û diyar kir ku ew dev ji çekên hevreyên xwe bernadin û wê terora ku Erdogan serokê wê ye, wê tune bikin.

Her wiha di berdewamiya merasîmê de, nameya malbata têkoşer Hesen Elî, ji aliyê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesen Ebîd ve hate xwendin. Di nameyê de sersaxî ji hevreyên wî re hate xwestin û hate gotin ku xwîna gelên herêmê li ser axa welat gihiştiye hev.

Piştî xwendina nameyê, Hesen nasnameyên cangoriyên xwend û radestî malbat û hevreyên wan kirin.

Cenazeyên her sê têkoşeran di nava tilîliyên dayîkan de hatin definkirin.

KOBANÊ

Şêniyên Kantona Kobanê, nûnerên Rêveberiya Xweser, şervanên YPG/YPJ'ê û saziyên civaka sivîl cenazeyên Omer Elî (Zinar Kobanê), Fexrî Bedir ( Fexrî Qeremox), Mihemed Elwîş (Kawa Kobanê), Nebî Nebî (Dilcan Kobanê) û Beşar Oso (Gelhat Kobanê) ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabûn ji nexweşxaneya Şehîd Zozan wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Dijle ve ketin rê.

Li goristanê ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê û Hêzên Asayîşê ve merasîmeke leşkerî hat lidarxistin

Piştre yek ji Fermandarên YBŞ`ê Dijwar Şengal axivî û got:”Em sersaxî ji malbatên şehîdan re dixwazin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Em her roj ji bo azadiyê, biratiya gelan û jiyana hevbeş, bi dehan ciwanên xwe didin. Em careke din soza şopandina rêya wan nû dikin.”

Her wiha ji rêveberên Yekîtiya Ciwanên Rojava li Kantona Kobanê Hogir Kobanê axivî û soza tolhildanê da.

Piştî axaftinan, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Hacî nasnameya cangoriyan xwend û radestî malbatên wan kir. Piştre cenazeyên her 5 şehîdan bi dîrûşme û tilîliyan li goristanê hatin veşartin.