Şêniyên Amûdê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongreya Starê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.
Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongreya Starê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.
Çalakger li Meydana Şehîd Cîhad hatin cem hev, alayên YPG/YPJ’ê û postorên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.
Çalakger ku piraniya wan ji jinên ciwan pêk dihat ber bi Meydana Jina Azad ve meşiyan. Di meşê de tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin û piştî meşê mîtînge hate çêkirin.
Di mîtîngê de endama Kongreya Starê Minawir Xalid û Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Sorxwîn Amed axivîn.
Qisekeran gotin Ocalan, ji bo ku jin azad bibin têkoşîneke mezin daye, felsefeya Ocalan kiriye ku jin werin vê asta berdest.
Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.