ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Kobanê cenazeyên Komaz û Hemo hatin veşartin
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên du şervanên YPG′ê Ebdulezîz Komaz (Heqî Karer) û Umer Hemo (Umer Kobanê) li Goristana Şehîd Dicle bi merasîmekê veşartin. -
Li Efrînê ji bo azadiya Ocalan meşek hate lidarxistin
Welatiyên navçeyên Şera û Bilbilê yên Kantona Efrînê, ji bo azadiya Ocalan meşiyan û soza domandina têkoşînê dan. -
Derbek din li çeteyan ket: Bajarokê Mensûra hate rizgarkirin
Piştî şerê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a 2 rojan û şûnde, bajarokê Mensûra ji çeteyan hate paqijkirin. -
‘Pêngava rizgarkirna Reqayê wê di nava çend rojan de destpê bike'
Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed a ku îdîayên têkildarî çeteyên DAIŞ’ê ji Reqayê xwe vekişandine derewand, diyar kir ku wê di rojên pêş de pêngava rizgarkirina Reqayê bidin destpêkirin. -
Taxekî din a Mansûra hate rizgarkirin
Êrîşa Çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Gundê Ebû Qilab hate şikdandin, taxekî din a bajarokê Mansûra jî ji çeteyan hate rizgarkirin. -
Li Mensûra çekên ku Tirkiyê dabûne çeteyan hatin bidestixstin
Şervanên QSD’ê li Mensûrayê çek û cebilxaneya çeteyên DAIŞ’ê bi dest xistin. Di nav çekan de ku hatine bi destxistin çekên ku Tirkiyê şandibûn ji çeteyên DAIŞ’ê re jî hene. -
YPG'ê nasnameya 2 şervanan ragihand
Navenda YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe ragihad. -
Pêngava Reqayê: 3 hezar sivîl gihiştin herêmên bi ewle
Sê hezar şêniyên gundê Ednaniyê yê bakur-rojavayê Reqayê, xwe ji çeteyên DAIŞ`ê xelas kirin û xwe spartin herêmên di bin parastina QSD`ê de. -
Li Gundê Ebû Qîbab şerê dijwar diqewime
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Gundê Ebû Qîbab yê dikeve rojhilatê Tebqayê kirin. Di şer de heta niha 2 endamên çeteyan hatine kuştin. -
Li Mensûra wesayîta bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin
Li bajarokê Mensûra di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Şervanên QSD'ê wesayîteke bombebarkirî ya girêdayî çeteyan rûxand. -
YPG'ê bîlançoya meha Gulanê eşkere kir
Navenda YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya meha Gulanê eşkere kir û wiha tê gotin; "Artêşa Tirk di meha Gulanê de 80 caran êrîş pêk anî ye." -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Şoreş Diyar hat veşartin
Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG'ê Sûleyman Abdûlbaqî (Şoreş Diyar) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin. -
Piraniya Mensûra hat rizgarkirin
Şervanên QSD`ê ji 90 ji 100’î yê bajaroka Mansûra xistin bin kontrola xwe. -
Li Girê Spî cenazeyê Qadir hate veşartin
Welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyê şervanê QSD′ê Tariq Qadir li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin. -
YPG'ê nasnameya 5 şervanên xwe eşkere kir
Navenda YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên xwe yên di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir. -
50 hezar kes vegeriyan Tebqayê
Mirovên ku ji ber zilma çeteyên DAIŞ'ê ji Tebqayê koç kirin, piştî azadkirina Tebqayê li bajarê xwe vedigerin. Rayedar dibêjin şertên li van deran giran in. -
Tenê daxwazek Samîre ya ji Reqayê heye: Biçe ser gora kurê xwe
Samîre Elawî ya ji Reqayê, ku çeteyên DAIŞ'ê kurê wê kuştin, gelekî ji destê çeteyan kişandiye. Tenê hêviyeke Samîre heye. Ew jî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk e. -
Vaye dîmenê tankên çeteyan ên ketin destê şervanên QSD'ê
Çeteyên DAIŞ'ê duh êrîşî çeperên şervanên QSD'ê yên li rojavayê Bendava Azadî û bajarokê Mansûrayê kirin. -
Li Hesekê êrîş bi ser şervanên YPG'ê de anîn
Li Hesekê êrîş bi ser şervanên YPG’ê de anîn. Hêzên YPG'ê li êrîşkaran digerin. -
Operasyona Reqayê: Şervan ketin nava bajarokê Mensûra
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ji aliyê başûrrojava ve ketin nava bajarokê Mensûra. -
Hêzên Tirk ên xendek dikolan paşve vekişiyan
Hewldana hêzên artêşa Tirk a dagirkirina xaka Gundê Şenkîliyê ya navçeya Reco ya bajarê Efrînê, di encama nerazîbûnên gel de, hate valaderxistin. Li ser nerazîbûnên gel hêzên Tirk ên ku li herêmê xendek çêdikirin vekişiyan. -
Şer li rojhilatê Tebqayê dom dike: 19 çete hatin kuştin
Şerê ku li ser bersivdayîna şervanan a li hember êrîş çeteyan a li rojhilatê Tebqayê derketî, bi awayekî dijwar dewam dike. Di şer de heta niha 19 çete hatin kuştin, 2 tank û 2 wesayîtên BMB ên bi tîpa panzer ên aîdî çeteyan hatin desteserkirin. -
Cenazeyê Şervanê QSD’ê Dilovan li Tebqayê hate veşartin
Welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyê şervanê QSD′ê Dilovan Tebqa li Goristana Şehîdên Tebqayê veşart. -
Li derdora Bendava Azadî şer giran e
Çeteyên DAIŞ'ê bi mebesta ku dorpêça li ser bajarokê Mensûra yê li rojhilatê Tebqayê bişkînin êrîş birin ser şervanên QSD’ê yên li derdora bajarok û li rojavayê Bendava Azadî. -
Şehîdên Reqayê hatin veşartin
Bayraktaroglû, Kandemîr û şervanên YPG'ê yên di şerê dijî DAIŞ'ê de şehîd bûn, li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê hatin veşartin.