Ji êsîrtiyê berê xwe dan azadiyê
Operasyonên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên ji bo rizgarkirina navenda Reqayê dewam dikin. Sivîlên ku di nava şert û mercên koletiyê de dijiyan, pêl bi pêl tên rizgarkirin.
Operasyonên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên ji bo rizgarkirina navenda Reqayê dewam dikin. Sivîlên ku di nava şert û mercên koletiyê de dijiyan, pêl bi pêl tên rizgarkirin.
Her roj gelek sivîl ji koletiya çeteyên DAIŞ'ê direvin û xwe li qadên ewle yên QSD'ê digirin. Duh danê nîvro, komek ji 15 mirovên sivîl xwe gihandin hêzên QSD'ê yên ji rojhilat ve berê xwe dane navenda bajêr. Şervanan sivîl şandin herêmên ewle û yekser xwarin û av dan wan.
Sivîlên ku piştî salên dûr û dirêj azad bûn, bi şervanan re rûniştin û dest bi sohbetê kirin. Yek ji sivîlên hatin rizgarkirin jî pitikek hê çend rojî hebû, ku dilê şervanan pê şa bû.