Agahî ji Kurdên li Şehbayê hatine revandin nayê girtin
Li herêma Şehbayê, zêdeyî 100 Kurd beriya niha bi 4 rojan ji aliyê çeteyên 'Mertala Firatê' yên Tirk ve hatibûn revandin. Agahî ji van Kurdan nayê girtin.
Li herêma Şehbayê, zêdeyî 100 Kurd beriya niha bi 4 rojan ji aliyê çeteyên 'Mertala Firatê' yên Tirk ve hatibûn revandin. Agahî ji van Kurdan nayê girtin.
Li herêma Şehbayê, beriya niha bi 4 rojan, zêdeyî 100 Kurd ji aliyê çeteyên 'Mertala Firatê' û leşkerên Tirk ve hatibûn revandin. Hê jî ji van Kurdan agahî nayê girtin. Çavkaniyên ku ji herêmê agahî dan ajansa me gotin, çeteyên ku avêtine ser gundên Kurdan ji aliyê efserekî Tirk ê bi navê Ramazan Osmanoglû ve tê birêvebirin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê, ku di bin navê 'Mertala Firatê' de dest bi dagirkirina herêmên Bakurê Sûriyeyê kirin, beriya niha bi 4 rojan avêtin ser gundên weke Til Circî, Sosinbat, Nûman, Qibşîh û Kelbenê û gelek Kurdên sivîl revandin.
Welatiyekî agahî da ajansa me, ku nexwest navê xwe eşkere bike anî ziman, ku çeteyan bi konvoyeke ji 35 wesayîtan a bi serkêşiya efserekî Tirk ê bi navê Ramazan Osmanoglû avêtin ser gundan. Welatî ragihand, çeteyan zêdeyî sed kesên ji her temenî revandine û nizanin bê bi ku ve birine.
Kesê navborî anî ziman, di dema serdegirtina bi şev de heqaret li wan hatiye kirin, nehiştine ku ew kincên xwe jî li xwe bikin û got, "Li keç û jinan dixistin. Digotin, 'hûn ê xweziya xwe bi DAIŞ'ê bînin. Tiştên ku DAIŞ'ê nekir, em ê bi we bikin'."
Çavkanî diyar kir, di dema serdegirtinê de wesayît, telefon û pereyên mirovan hatine desteserkirin û wiha dewam kir: "Digotin, 'Cihê we Kurdan li van gundan nîne. Ji vir derkevin û biçin'. Li gund, dema diçin ber deriyê malekê, jina li hundirê xanî dibêje 'ez ê tazî me. Piştî ku min kincê xwe li xwe kir, bikevin hundir'. Lê wan lê guhdarî nekirin û avêtin ser odeya wan a razanê."
Welatî anî ziman, dewleta Tirk û çeteyên wan zilmê li wan dikin û got, "Em vê zilmê qebûl nakin. Divê gelê me, dostên me vê zilmê qebûl nekin. Em jî li malên xwe, li ser axa xwe dijîn. Bi binpêkirina namûsa me, binpêkirina rûmeta me re dixwazin dest deynin ser mal û milkên me. Em ê serî li ber vê netewînin. Ji bilî gelê me, kesekî me nîne. Ji ber vê yekê em bang li we dikin ku xwedî li me derkevin."