Operasyona Reqa: 38 çete hatin kuştin
Fermandariya QSD'ê ragihand ku li rojhilat û rojavayê bajarê Reqayê heta niha 38 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Fermandariya QSD'ê ragihand ku li rojhilat û rojavayê bajarê Reqayê heta niha 38 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Pêşveçûna şervanên QSD'ê di 'Cenga Mezin' a rizgarkirina Reqayê de didome. Piştî rizgarkirina taxa Romaliyê li rojhilatê bajêr, şerên dijwar diqewimin.
Şerê ku di saet 14:30’an de li derdora sûrên dîrokî dest pê kiribû heta van kêliyan didome. Hat ragihandin ku di şer de heta niha bi dehan çete hatine kuştin.
Li aliyê din şervanan piştî rizgarkirina taxa Romaniyê ya li rojavayê Reqqayê dest bi xebata lêgerînê û paqijkirina bermahiyên çeteyan kirin. Di encama xebatê de ya ku hîn berdewam dike, heta niha cenazeyên 9 çeteyan ku 2 jê sekvan bûn, 4 kalaşnîkof, 2 BKC, 2 B-7 û 10 roketên wê, 8 bombeyên destan, hejmarek guleyên hawanê û 2 çekên sekvan ketin destê şervanan.
Fermandarên QSD’ê diyar kirin ku li rojhilat û rojavayê bajarê Reqqayê îro di tevahiya rojê de 38 çete hatine kuştin û obuseke çeteyan hatiye rûxandin.
Pêşveçûna şervanên QSD'ê ya ber bi navenda bajarê Reqayê ve didome.