Cenazeyê şervanê YPG'ê Akîf hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ehmed Mihemed Sîncar (Akîf), ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hate veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ehmed Mihemed Sîncar (Akîf), ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hate veşartin.
Şêniyên Serêkaniyê û Dirbasiyê cenazeyê şervanê YPG'ê Ehmed Mihemed Sîncar (Akîf), ji nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê wergirtin û bi karwanekî ji wesayîtan berê xwe dan Gorisatan Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Serêkaniyê.
Şervanên YPG û YPJ'ê, li şehîdgehê merasîmek lidar xistin. Piştî merasîma leşkerî, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Ebdrezaq Ehmed û li ser navê Fermandariya YPG/YPJ'ê Agirî Jiyan axivîn. Qisekeran diyar kirin, gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li hemberî êrîş û planên dijmin li ber xwe didin.
Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Paşê, li ber dirûşma "Şehîd namirin" hate veşartin.