ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
NÛ BÛ- Di êrîşên li Şehba û Efrînê de 25 çeteyên Tirkan hatin kuştin
Di êrîşên li ser herêma Şehba û Kantona Efrînê de 25 çeteyên girêdayî artêşa Tirk hatin kuştin. -
Dîmenên şerê Reqayê
Şervanên QSD’ê li Reqayê bi pêş ve diçin. Li taxa El Meşlebê ya li rojhilatê Reqayê şerekî giran rûdide. -
Di teqîna mayînê de 5 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Li bakurê bajarê Êyn Îsa di encama teqîna mayeke çeteyan a ji berê de çandibû, 5 zarokan jiyana xwe ji dest da, 2 zarok birîndar bûn. -
Helbestvana ji Reqayê: Dema min pêngav bihîst, ez giriyam!
Helbestvan û wênesaza ji Reqayê Jala Hamzawî, ku berî niha bi 20 rojan ji zilma DAIŞ'ê reviya got, "Tenê xeyaleke min heye. Dixwazim li ber Kûleya Saetê ya li navenda Reqayê rûnêm û wêneyekî saz bikim." -
Şehîdên Pêngava Xezeba Firatê hatin veşartin
Sê şervanên QSD'ê yên di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûn, li gundê Cezra yê Hesekê hatin veşartin. -
200 hezar mêvanên gelê Minbicê hene
Gelê Minbicê ku bi xwe penaber bûbû, niha 200 hezar mirovên ji zilma DAIŞ'ê û dewleta Tirk reviyane vedihewîne. -
Çekên artêşa Tirk li Reqayê jî hatin dîtin
Çekên ku dewleta Tirk dan çeteyên DAIŞ'ê, li Reqayê bi dest ketin. -
Çend wêne ji Reqayê...
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di nava Reqayê de bi pêş ve diçin. -
Artêşa rejîma Sûriyeyê êrîşî cihên QSD'ê kir
Rejîma Sûriyeyê bi çekên giran êrîşî cihên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li başûrê bajarokê Meskeneyê kir. -
Şêniyên Şehbayê qala hovîtiya çeteyên Tirk kirin
Kurdên li herêma Şehbayê yên bi zorê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine derxistin gotin, çeteyên Mertala Firatê diziyê dikin, dest datînin ser malê wan û Erebên ji Hûms, Reqa û Şamê li cihê wan bi cih dikin. Gundî hawara xwe digihînin hêzên QSD'ê. -
Li Reqayê gelek sîvîl hatin rizgarkirin
Şervanên QSD’ê yên ku li Taxa Mişlebê ya Reqayê bi pêş ve diçin gelek sîvîl rizgar kirin. -
Li Şedadê cenazeyên 5 şervanên azadiyê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên 5 şervanên QSD′ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li herêma Şedadê veşartin. -
Li Efrîn 3’emîn tugaya leşkerî hate avakirin
Fermandariya Kantona Efrînê bi beşdariya 236 şervanan îlana 3. Tugayê ragihand. -
Dewleta Tirk li Şehbayê komek çeteyên din ava dike
Dewleta Tirk, polîtîkayên xwe yên dagirkirinê didomîne. Dewleta Tirk a ku li herêma Şehbayê komekî din a çete ava dike, êrîşî qadên hatî azadkirin dikin. -
Silo: Armanca me ev e ku em di demeke kin de Reqayê azad bikin
Berdevkê QSD’ê Silo got ku, armanca me ev e ku em di demeke kin de Reqayê azad bikin û diyar kir ku gelek kom piştgiriyê didin pêngavê. -
250 şervanên din jî tevlî QSD'ê bûn
Li Akademiya Şehîd Diyab Xanim, 250 şervan piştî qedandina dewreya perwerdê, bi merasîmekê tevlî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûn. -
Şervan li Reqa bi pêş ve diçin: 75 çete hatin kuştin
Li taxên El Meşleb ê li rojhilatê Reqayê û El-Cezra a li rojavayê Reqayê şerekî giran heye. Ji doh êvarî ve di şer de 75 çete hatin kuştin. -
Koçberên li kampa Tebqayê alîkarî xwestin
Rewşa koçberên ku li kampa bakurrojavayê Tebqa dijîn ne baş e. Koçberan alîkarî xwestin. -
YPG'ê bersiv da: 5 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin
Çeteyên li Kantonên Efrîn û Kobanê êrîşî çeperên YPG'ê kirin, derbên giran xwarin. Di encama bersiva YPG/YPJ'ê de 5 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin. -
Çeteyên Tirk ên ku bi ser Şehbayê de girtin hatin kuştin
Hêzên Ceyş El Siwar li Şehbayê panzêreke bi tîpa BMB ya çeteyên Tirk rûxand, 11 çete hatin kuştin. -
Dewleta Tirk li Şehbayê nêçîra Kurdan dike
Dewleta Tirk û çeteyên bi ser ve nêçîra Kurdan da destpêkirin. -
Li Şeddadê kooperatîf tên avakirin
Li Şeddadê, di çarçoveya koperatîfan de firneke nan hate vekirin. Gelê herêmê ji vê firnê sûdê werdigire. -
237 ciwanên din jî beşdarî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn
237 ciwanên Minbicê yên ku dewreyên perwerdeyê didîtin, piştî qedandina perwerdeyê beşdarî nava refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn. -
Kela Til Harkalah jî ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin
Şervanên QSD’ê ji milê rojava ve jî gihîştin bajarê Reqayê û Kela Til Harkalah ji çeteyên DAIŞ’ê rizger kirin. -
Artêşa Tirk a dagirker cardin agir berda zeviyên çandiniyê
Artêşa Tirk a dagirker vê carê agir berda zeviyên çandiniyê yên Gundê Sroka ya navçeya Raco a girêdayî Kantona Efrînê.