Ciwanên Şoreşger: Bi giyanê seferberiyê em dakevin qadan

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê di salvegera dagirkirina Efrînê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku em bi giyanê seferberiyê dakevin kolanan.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê di salvegera dagirkirina Efrînê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku em bi giyanê seferberiyê dakevin kolanan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di sedsala 21’an de, ji bo ku Şoreşa Rojavayê ku baweriya civakek demokratîk û azad afirand radest bigrin, êrîşên hêzên navneteweyî û hevkarên wan ên herêmê her ku diçe firehtir û kûrtir dibe. Ev 8 salan, berdêlên mezin hate dayîn û bi fedakarî û lehengiyê ve Şoreşa Rojavayê ku di xeta paradîgmaya Rêber APO de ye, ji bo gelên Kurdistan û cîhanê bû hêviya jiyana nû. Bi pêşengiya ciwanên şoreşger û welatparêz ve Şoreşa me ya Rojava, coş û kelecanek mezin derxist holê û niha jî bi êrîşên ser xetên Minbîc, Girê Spî, Kobanê û Serêkaniyê ve dixwazin bifetisînin. Çawa ku di destpêka Şoreşa Rojava de Ciwanên Şoreşgerê ya Kurdistanê berê xwe dan şoreş û qadan, dîsa wê berê xwe bidin qadan.

Çalakiyên greva birçîbûyînê ku ji ber protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi giyana 14‘ê Tirmehê ve bi pêşengiya Hevseroka KCDê Leyla Guven dest pê kiribû, niha li Kurdistanê û cîhanê berbelav dibe. Divê ciwanên Kurdistanê, li hemberî van çalakiyan hestiyar bibin û li qada ku lê ne divê çalakî mezintir bikin.

Di 20‘ê Çileyê de, ango di roja salvegera dagirkirina Rojavayê de, divê ciwanên şoreşger û welatparêz ya Rojava û Bakurê Suriyê, bi bîrdariyê ‘Efrînê ji nû ve azad bikin’ li qadan bibin. Bi şiyara ‘Ji Bo ku Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin, Kurdistanê Azad Bikin Serî Hilde“ dest bi rêzeçalakiyên xwe dikin. Li ser vî esasî, divê ciwanên şoreşger û welatparêz yên Rojava û Bakurê Suriyeyê, bi giyanê seferberiyê li meydanan, li kolanan bibin û pêşengiyê bikin.”