Cenazeyê 3 şervanên QSD‘ê bi merasîmekê spartin axê

Cenazeyê 3 şervanên QSD’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê ya li bejahiya Dêra Zorê dom dike de şehdî bibûn, bi merasîmekê li Goristan Şehîd Xidir El Hemada spartin axê.

Bi tevlîbûna gel û nûnerên Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê cenazeyê şervanên QSD‘ê Mihemed Suhêl Eteallah (Nemir) Ebdulnasir El-Nayîb (Sexir) û Ehmed El-Ûkla (Serhed) ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bûbûn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada ya li herêma Ebû Xeşeb spartin axê.

Cenazeyê şehîdan ji deriyê ketina gundê Mekmen hate girtin û ber bi Goristana Şehîd Xidir El-Hemada ve ketin rê.

Li goristanê bi deqeyek rêzgirtina leşkerî merasîm destpê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Xesan Yûsif axivî û got: "Hêzên me parastinê dikin da em bi azadî û aramî bijîn. Em soz didin şehîdan ku em bostek ji axa xwe bernadin."

Li ser navê hêzên leşkerî jî Qedrî Dêra Zor axivî û şehîdên azadiyê bibîr anî û soza şopandina rêya wan da.

Di dewama merasîmê de Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Beşar Şemsedîn û li ser navê Koordînasyona Jinê ya Dêra Zorê Hesîna El-Eyfan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza parastina destkeftiyên şehîdan dan.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşim û tilîliyên dayikan spartin axê.