'Bi zarokan jî mabe wê Efrîn rizgar bibe'

Zarokên Efrînê yên li Kampa Serdemê ya Şehbayê daxuyaniyek dan û got, "Em ê Efrînê ji destê hovan derxînin. Eger bi zarokan jî mabe wê em ê bi pey maf û welatê xwe bin."

Zarokên Efrînê di salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê de ku ji ber êrîş û komkujiyên dewleta Tirk û komên wê yên çete ji neçarî koçî herêma Şehbayê kirin, li Kampa Serdemê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Zarokê bi navê Xelîl Mûsê daxuyanî xwend û bi bîr xist ku dewleta Tirk beriya salekê bi balafir û topan cih û warê wan bombe kir û got, "Ne tenê dewleta Tirk, lê dinya hemû alîkariya da dewleta Tirk. Kesî ji dewleta Tirk re negot, 'Tu çi dikî?'"

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dewleta Tirk ji bo tinekirinê êrîşî Efrînê kir û hate gotin, "Dinyayê dît bê çiqas zarok, kal, ciwan û jin bi destê hovan hatin kuştin. Bê li çend gundên Efrînê komkujî hatin kirin, çawa zarok hatin kuştin."

Di daxuyaniyê de şert û mercên giran ên penaberiyê hatin bibîrxistin û hate gotin, "Bila kes nebêje Efrîn ji dest çûye. Em ê Efrînê ji destê hovan derxînin. Bi me zarokan mabe jî em ê li pey welat û mafê xwe bin."

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo rizgarkirina Efrînê bang hate kirin û zarokan herî dawî dirûşmên "Bijî Berxwedana Serdemê", "Bijî Berxwedana Zarokên Efrînê" qîriyan.