Şervana YPJ’ê: Hunermendiya herê mezin rast jiyîn e

Şervana YPJ’ê Rêwan Gelhat ya ku di sala 2015’an de beşdarê YPJ'ê bûye û bi xwe bi hunera wênesaziyê re mijûl dibe got; “Jiyan bi xwe hunereke gelek mezin û giranbiha ye. Ya girîng ew e ku mirov rast bixwîne û rastiyan bixemilîne."

RojavaŞoreşa Rojavayê Kurdistanê bûye nasnameya tevahî netewan. Her kes xwe di nava vê şoreşê de dibîne bi taybetî jî ciwan. Yek ji wan ciwanan jî Rêwan Gelhat e. Rêwan Gelhat bi xwe dibistanê de beşa wênesasiyê xwendiye. Lê gava berê xwe dide şoreşê wê nizanibe ku wê di nava wê şoreşê de jî dîsa xeyalên xwe yên ku her tim dixwast pêk bîne. Belê Rêwan Gelhat hem qala tevlêbûyîna xwe dike, hem jî qala xeyalên xwe yên dijî.

'RÊBER APO LI PÊŞBERÎ MIN RÛNIŞTIYE Û LI SER MIN DAHURANDINAN DIKE'

Tevahî xeyal û jiyana ku min dixwest ez bijîm, min bi rêya wêne xêz dikir û min dixwest ez bi ziman bikim'', Rêwan bi van gotinan re bi dest gotinên xwe dike û domanîne; “Li malê  tevahî jiyana min li ser hunerê bû. Ez ji şerê Kobanê, her wiha ji şehîd ketina heval Gelhat û gerîla Ekîn Wan gelek bandor bûm. Lehengtiyê wan hevalan bi min re hêzeke cuda da avakirin û nêzîkatiyê neyar jî êşek dabû. Neheqtiyê ku li jinan dihate kirin, jî ji bo min her tim mijara nakokiyê bû. Bi rastî jî zilmek gelek tund li ser jin dihate kirin.''

Rêwan dibêje li ser vê bingehê wê dest bi lêgerînê kiriye. Lê ya ku ji lêgerînên wê re dibe bersiv jî xwendina wê ya pirtuka bi navê “Hevjiyana Azad'' E. Rêwan wiha didomîne; “Min wê demê pirtûka Rêber APO ya bi navê Hevjiyana Azad xwand. Gava min ew pirtûkê dixwend, gelek kelecanî dibûm, her wiha min meraq jî dikir û ji aliyêdin ve jî min  êş li min peyda dibû. Min wisa hîs dikir ku Rêber APO li pêşberî  min rûniştiye û li ser min dahûrandinan dike, ew qasî min xwe di nava wê pirtûkê de dît. Piştê wê kêm jî be min bersivên pirsê xwe dîtin  û bingehê nakokiyên xwe jî min dîtin.''

'HUNER Û ŞER JI HEV NE QUT E'

Rêwan huner û şer ji hev qût nabîne û ji bo vê yekê jî wiha dibêje; “Çawa ku gava mirov ji bo ku wêneyekî xêz bike pêwîst e cîhana mirov ya xeyalî xurt be, plansaziyek dayne pêşiya xwe, her wiha rengên bi çi awayî wê werin bikaranîn, çawa werin zindîkirin, û hwd.ango divê mirov bi pûtepêdanî nêz bibbe. Şer jî heman tişt e, dibe ku gelek kes bibêje tu têkiliyên xwe bi hevr e nîne. Taybetmendiyên ku ji bo mirov ji bo wêneyekî xêz bike tê xwestin di şer de jî heman tişt têne xwestin. Piştî ku ez hatim nava YPJ’ê  min rastiya şer, neyar û jiyanê nas kir û dît. Wê demê  baştir serwext bûm. Ger mirov bixwaze şer geş bike, çalakiyek bike, plansaziyek tê danîn, taktîk hewce ye, fikir çêdikî,  da ku şerê te serketî derbas bibe, ji ber vê yekê ji hev qut nîne.”

'ŞER BI XWE JÎ HUNERÊ DIXWAZE'

Gava qala şer dike jî şer weke hunerek digre dest, dibêje şer bi xwe hunerÊ dixwaze. Dîa tekoşîna jiyanê dinirxîne û dibêje; “Tekoşîna di şer de û di jiyanê de tê  gelekî girîng e. Lê tekoşîna mirov di jiyanê de girîngtire. Ger ku mirov di jiyanê de li hember şaşitiyan, talokeyan û hişmendiyê dewletê tekoşînek serketî pêk neyîne wê şerê te jî ne serkeftî be. Ji ber jiyan û şerê me bi hev ve girêdayîne. Mirov çiqasî di jiyana xwe de serkeftî be û şerê xwe jî xweş bike wê jiyan jî bi heman astê wer jiyîn. Mînak nêzîkatiyê mirov yê li hember jiyanê di şerê wê de jî derdikeve holê.”

Şervana YPJ’ê Rêwan di nava gotinên xwe de balê dikişîne ser xeyalên xwe yên li ser wêneyên xwe xêz dikir û bi vê awayî gotinên xwe berdewam dike; “Ya rastî ez tu carî ne difikirîm, ez ê rojekê di nava wê jiyanê de bim, ku min xeyala wê dikir û bi wêneyan ew xêz dikir. Lê niha jiyan dijîm û dikarim bibêjim ku bi rastî jî mirov bi xwe qedera xwe dinivsîne û resîm dike. Ya min jî bi vê awayî bû, resmên ku min çêdikirin û nivîsê ku min di nivîsandin niha ez wê dijîm.”

Rêwan di dawiyê gotinên xwe de soza serkeftinê dide. Bi vê awayî dawî li gotinên xwe tîne; “Em di nava şerek dijwar de ne û li hember neyarên gelek hov şer dikin. Em soz didin Serokatî, tevahî gelê xwe û şehîdên xwe em ê heya dawiya xwîna xwe şer bikin û bi ser bikevin.''