MÎT’ê ji bo ‘herêma tampon’ li kampan dest bi lîstikên nufûsê kir

Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê bi MÎT’ê re dest bi xebatekê kir û kesên ji Sûriyeyê yên ku li kampên Tirkiyeyê dimînin navnîşana wan a îkametkirinê li bajaran hate qeydkirin ên ku ew ê di çarçoveya herêma ewle de bin a ku tê payîn were avakirin.

Piştî biryara DYE’yê ya ji vekişandina Sûriyeyê, Tirkiye hewl dide tevlî herêma ewle ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe. Tirkiye li ser penaberên ji Sûriyeyê hewl dide lîstikeke nû ava bike.

Tirkiye salên borî derbarê penaberên ji Sûriyeyê digot ‘Em ê deriyan vekin’ û gef li welatên Ewropayê dixwar. Tirkiye niha jî hewl dide penaberan di çarçoveya plana herêma ewle de bi kar bîne.

ÎDAREYA KOÇÊ Û MÎT BI HEV RE DIXEBITIN

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Gerînendetiya Giştî ya Îdareya Koçê ya Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkiyeyê tevî îstîxbarata Tirkiyeyê derbarê penaberên ji Sûriyeyê xebatan dikin ku wan penaberan dîsa li Bakurê Sûriyeyê bicih bikin.

Bi xebata Gerînendetiya Giştî ya Îdareya Koçê penaberên ku ji bajarên cihê yên Sûriyeyê hatine, êdî îkameta wan bajarên Sûriyeyê tên xuyakirin. Hate diyarkirin ku bi vê xebatê hewl tê dayîn bi karta penaberiyê li herêma ewle xwe bi cih bikin.

Derket holê ku penaberên ku li Tirkiyeyê nasnameya wan a Parastina Demdemî heye, qeyda wan li wan bajaran tê kirin ên ku ew ê di nav herêma ewle de bin ya ku tê plankirin ku ew ê were avakirin.

JI BO MEŞRÛIYETA NAVNETEWEYÎ LÎSTIKA DEMOGRAFÎK

Li gorî agahiyên ku ji xebatkarekî kampa penaberan a li Rihayê hate stendin ku, kesên li kampê qeydên wan ên li Sûriyeyê werin nûkirin û ew ê li bajarên Bakurê Sûriyeyê werin qeydkirin.

Vî xebatkarê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, diyar kir ku ev xebat veşartî tê kirin û heke herêmeke tampon were avakirin, ji bo meşrûiyeta navneteweyî ev tişt tê kirin.

Tê diyarkirin ku îkameta penaberan êdî li bajarên wekî Hesekê, Reqa û Helebê tên qeydkirin. Bi vê qeydkirinê re dîmenekî wisa dixwazin derxînin holê ku, ev kes ji van herêman in û bi darê zorê ji malên xwe hatine derxistin.

HEDEF BAJARÊN KURDAN E

Li gorî rêveberiya îdarî bajarên herêma Cizîrê ya Bakurê Sûriyeyê bi ser Hesekê ye, Girê Spî bi ser Reqayê ye û bajarên Kobanê û Minbicê jî bi ser Helebê ye.

Tê diyarkirin ku herêma ewle ew ê 32 kîlometre be û erdnîgariya Rojava hemû têkeve nav vê herêmê. Li van bajaran jî herî zêde Kurd dijîn.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin, penaberên li kampan bi ser gund û bajarokên Dêrik, Dirbesiyê, Amûdê, Serêkaniyê, Silûk, Til Hemîs, Til Temir, Girê Spî, Kobanê û Şêxlerê tên qeydkirin. Tirkiye bi lîstikeke wisa re hewl dide, ji bo guherandineke demografîk amadekariyê bike.

Rayedarên Tirkiyeyê her carê diyar dikin ku 3 milyon û nîv penaber li ba wan e û her carê vî tiştî li hemberî welatên Rojava bi kar tînin.