Kongra Star: Li Efrînê komploya navneteweyî xwe dubare kir
Kongreya Star a herêma Efrînê li navenda xwe ya li navçeya Ehrezê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Kongreya Star a herêma Efrînê li navenda xwe ya li navçeya Ehrezê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Kongra Star a herêma Efrînê, li navenda xwe ya navçeya Ehrezê li ser êrîşa sewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêma Efrînê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star a herêma Efrînê Ronahî Şêxo ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin;
“Bi deh hezaran leşker û çeteyan hovîtî, qirkirin, kuştin, revandin, êşkence kirin, daristan şewitandin û cihên dîrokî tarûmar kirin, navê gundan guhertin, bajar û gund vala kirin. Di heman demê de siyaseta guhartina demografiyê dan destpêkirin û li hember vê hovîtiyê dewletên navneteweyî bêdeng man. Gelên berxwedêr pêngava serdemê dan destpêkirin, bi YPG û YPJ'ê re peyama berxwedanê mor kirin û ragihandin Efrîn ji dagirkeriyê re wê bibe goristan. Hêzên berxwedêr 58 rojan dîrokeke nuh nivîsandin.”
Di berdewamiyê daxuyaniyê de hate gotin:"Gelê Efrînê 58 rojan têkoşînek bê hempa bi şev û roj li hember teknîkên herî pêşketî yê bejahî û asîmanî û dagirkeran li ber xwe dan.
Jinên Efrînê bang li dewletên neteweya yekbûyî, Emerîka û Rûsya mafên mirovan, sazî û rêxistinên civakî dikin ku bila bi jinên Efrînê re bibin yek û dagirkerê Tirk û çeteyên wê ji Efrînê derbixînin.”