Şehîd Ewlekariya Hundirîn Xilêf hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Eşref Xilêf ê dema bi erka xwe radibû şehîd bibû, li Goristana Şehîdan a Şedadê hate veşartin.

Bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Eşref Xilêf ê dema li ser erka xwe bû, şehîd bibû, ji pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi kerwanekî bi heybet berê xwe dan Gorisatana şehîdan a navçeya Şedadê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê rûspiyê Êla El-Cibûr Ekerem Mehşûş, li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Seyîd û li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Nacî Nicûm axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwest û hate gotin, şehîdan ji bo jiyaneke bi rûmet û azad canê xwe feda kirin.

Cenazeyê şehîd Xilêf bi dirûşm û tilîliyên dayikan hate veşartin.